17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    qezaya trênê-qeza-trên

    Qezaya Trênê: 55 kes jiyana xwe ji dest dan

    © Foto: twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 112 0 0

    Dûh di saetên êvarê de li Kamerûnê ku ji welatên Parzemîna Afrîkayê ye, trênek ji rê hesinê derket û di encamê de jî 55 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Eseka — Hate ragihandin ku dûh nîvê şevê li Kamerûnê trên ji rê hesinê derketiye û di encamê de jî 55 kesan jiyana xwe ji dest dane, 600an zêdetir kes jî birîndar bûne.

    TRÊN JI RÊ HESINÊ DERKET

    Trêna ku ji paytext Yaoundeyê ber bi bajarê Doulayê ku navenda aboriyê tê hesibandin ve diçû li nêzî bajarê Esekayê ji rê hesinê derketiye. Wezîrê Ragihandina Kamerûnê Edgar Alain Mebe Ngo'o ji televizyona dewletê CRTVyê axivî û diyar kir ku sedema qezayê hêj nehatiye zelalkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê qeza: 2 mirî 2 birîndar!
    Li Akhisarê qeza: 2 mirî
    Li Samsunê wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar in
    Li Colemêrgê Qeza: 4 mirî û 11 birîndar
    Li Siwêregê serwîsa xwendekaran qeza derbas kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    trên, mirî, qeza, birîndar, Edgar Alain Mebe Ngo'o, Kamerûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de