22:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Hilbijartina Amerîkayê

    Amerîka, daxwaza Rûsya ya çavdêriya hilbijartinê qebûl nekir

    © REUTERS/ ANDREW KELLY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Rûsyayê, ji bo ku wekî çavdêr di 8ê Mijdarê de li Teksas, Oklahoma û Louisianaya Amerîkayê hilbijartina bişopîne serî li rêvebiriyên eyaletan dabû, lê ev daxwaza Rûsyayê nehat qebûlkirin.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeyên ku di medya amerîkî de cih girtine, Konsolxaneya Rûsyayê ya li Houstonê ji bo wekî çavdêr hilbijartina 8ê Mijdarê bişopîne serî li rêvebiriya eyaleta Teksasê da, lê rêvebiran ev daxwaza konsolxaneyê qebûl nekir. Wezîrê Derve ye eyaleta Teksasê Carlos Casco di nivîsa xwe ya bersivdayîna konsolxaneya rûsî de got: "Em daxwaza we ya serdana navenda hilbijartinê rast nabînin." Lê di derheqê neqebûlkirinê de tu agahî nehat dayîn.

    SERLÊDANA FERMÎ NEHAT KIRIN

    Li gorî zanyariyên berdest, Konsolxaneyên Rûsyayê ji bo heman daxwazê serî li rêvebiriyên eyaletên Oklahoma û Louisianayê kir, lê li wir jî daxwaza Rûsyayê nehat qebûlkirin. Herwiha Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku Rûsyayê ji bo şopandina hilbijartina Amerîkayê di çarçoveya Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGİT) de serlêdana fermî ya çavdêriyê pêk neaniye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    "Amerîka û Rûsya rasterast şer nakin, dibe li welatên din pev biçin"
    Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
    Etîketan:
    Hilbijartina Serokatiya Amerîkayê, Konsolxaneya Rûsyayê ya li Houstonê, Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGİT), John Kirby, Carlos Casco, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de