17:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Ji bo zarokên Alman propagandaya Pûtîn: 2 şeran bi hevdu re dimeşîne

    © REUTERS/ PRAKASH SINGH
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serdana dawiyê ya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo Berlînê ew qas bêwext bû, ku çapemeniya Alman hewce dît ku ji temaşevanên xw yên herî biçûk re behsa ‘Birêz P' û ji bo Rûsyayê çi kiriye bikin.

    Navenda Nûçeyan — Radyoya Alman a bi navê Deutschlandradio Kultur di bernameya nûçeyên zarokan a bi navê ‘Kakadu' de di derbarê lûtkeya Çaraliyên Normandiyayê ya li Berlînê de ev tişt gotin: "Vêga Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn yek li Ûkrayna yek jî li Sûriyeyê, du şeran bi hevdu re dimeşîne. Serokwezîra Almanyayê (Angela) Merkel û Serokomarê Fransayê (François) Holland dixwazin van herdu şeran bi Pûtîn bidin sekinandin. Bi îhtimalekê wê nikaribin vê yêk pêk bînin ji ber ku Pûtîn li gorî qayideyên navneteweyî tevnagere."

    ‘SÛCDARÊ HER TIŞTÎ PÛTÎN E'

    Di nûçeyê de Rûsya him berpirsê êrîşên hewayî yên li hemberî nexweşxane û konvoyên (yanî ne konveyek, çend konvoyên mirovî) li Sûriyeyê hat ragihandin him jî sûcdarê destpêkirina pêl a penaberan ji bo Ewropayê hat nîşan dan. Di nûçeyê de hat gotin "Serokwezîr Merkel û Serokomar Hollande gelek caran anîbûn ziman ku Pûtîn li Sûriyeyê mafên mirovan binpê dike. Balafirên şer ên Rûsyayê nexweşxane û konvoyên alîkariya mirovî yên NY bombebaran dikin. Ji ber vê yekê gelek Sûriyeyî bi malbatên xwe direvin Almanyayê."

    Ji zarokan re nehat ravekirin ku ev sûcên li Pûtîn û Rûsyayê tên barkirin, nehatine îspatkirin. Ya rast di derbarê êrîşa li hemberî konvoya mirovî ya NY de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi xwe hişyarî dabû ku hetaku encamên lêpirsînê neyên girtin, divê bil ez kes neyên sûcdarkirin. Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov di derbarê vê êrîşê de xwestibû ku lêpirsînê were destpêkirin û gotibû "tê xuya ku riya herî hêsan û gava ku divê were avêtin ew e ku guleya rastî konvoyê hatiye nîşan bidin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    "Gotina 'Pûtîn bi Erdogan re zû lihev hat' provakasyon e"
    Kremlîn: Pûtîn û Esad di derbarê Helebê de axivîn
    Pûtîn: "Li Parîsê vekirina Navenda Ortodosk a Rûsî îspata têkiliyan e"
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn: Diyar e, min tiştekî şaş got
    Etîketan:
    bi hevdu re, meşandin, propaganda, şer, zarok, Radyoya Deutschlandradio Kultur, Serokdewletê Rûsyayê, Serokomarê Fransayê, Serokwezîra Almanyayê, NY, Angela merkel, François Hollande, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Fransa, Almanya, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de