12:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Înternet

    Li cîhana dijîtalê kaos: Pêla 3yemîn destpê kir

    © Foto: © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Twitter, Spotify, Netflix, Amazon, Tumblr, Reddit jî di nav de, li hemberî gelek malperên mezin ên înternetê pêl bi pêl êrîşên sîberê hatin kirin û piştî êrîşan li rojhilatê Amerîkayê bikarhênerên înternetê ketin tengasiya ragihandinê.

    Navenda Nûçeyan — Şîrketa Dyn a ku îro ji sibê heta êvarî di hedefa êrîşan de bû, daxuyand ku li Aliyê Rojhilat piştî girtina malper û serwîsên înternetê pêla 3yemîn destpê kir.

    Li gorî nûçeya CNBCyê di daxuyaniya şîrketê de hat diyar kirin ku êrîş di ser gelek navnîşanên IPyê re hatine kirin û ev êrîş ‘baş hatine plankirin û hatin destpêkirin.'

    FBI: ME DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIR

    Êrîşên li hemberî Dyn a ku navenda wê li New Hampshireyê bi saeta herêmî di saet 07.10da de destpêkiribû û heta êvarî berdewam kiribû. FBIyê daxuyanyek da û di daxuyaniyê dest nîşan kir ku ji bo van êrîşên sîber lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    BTKyê JÎ HIŞYARÎ DA

    Serokê Desteya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) Omer Fatih Sayman jî diyar kiribû ku ji ber êrîşên sîber ên li Amerîkayê li tevahiyê cîhanê di gelek malperan de pirsgirêk çêbûye û gotibû "em di mijara êrîşên sîber de hemû operatorên xwe, saziyên xwe yên gelemperî û welatiyên xwe hişyar dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Amerîkayê gefên sîber ên bêhempa li me dixwe
    DYA: Em ê bersiva êrişên sîber yê Rûsyayê bidin
    'Sûcdariyên êrişên sîber yên DYAyê dûrî rastiyan e'
    DYA ji ber êrişa sîber Rûsyayê sûcdar kir
    Obama: "Ez bi Pûtîn re mijara sûrî, sîber û Ûkraynayê axivîm"
    Etîketan:
    pêl, cîhana dijîtal, kaos, Şirketa Dyn, CNBC, Serokê Desteya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK), FBI, Omer Fatih Sayman, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de