03:19 23 Îlon 2017
Zindî
    ABD - Atchison - çizirîna kimyewî

    Li DYA metirsiya çizirîn a kimyewî: 34 kes hatin tedawî kirin

    © REUTERS/ Dave Kaup
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Li eyaleta Kansasê ya Amerîkayê ji febrîqeyekê madeyên kimyewî çizirîn û ji ber vê yekê 34 kes hatin tedawî kirin. Ji ber çizirîna xazên asîta sulfurîk û hipoklorita sodyumê li ser wî bajarî ewrên kimyewî çêbûn û ev ji bû sedema xofeke mezin.

    Navenda Nûçeyan — Li Amerîkayê li bajarê Atchison yê girêdayî eyaleta Kansasê ji febrîqeyeke alkolê çizirîna kimyewî pêk hat û ev jî li bajêr bû sedema xofeke mezin.

    Li Atchisonê dibistanên li nêzîkê febrîqeyê hatin valakirin û şaredariyê jî banga gel kir, da ku ji malên xwe dernekevin û kesên ji derveyî bajêr jî tên bila nekevin bajêr.

    Li herêma ku dûxanên jehrî çêbû 34 kes ji ber bêhnçikandinê hatin tedawî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
    DAIŞê li Helebê çekên kimyewî bikar anîn: 8 birîndar
    Amerîka derbarê çekên xwe yên kimyewî ya Tirkiyayê biriye Romanyayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    tedawî, çizirîn, madeyên kimyewî, Atchison, Eyaleta Kansanê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de