09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Li Kamerûnê qezaya trênê

    Trên ji rê derket: 53 mirî, 300 birîndar

    Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li Kamerûnê trênekê qeza kir û di encama qezayê de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest da, 300 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku li navbera paytexta Kamerûnê Yaounde û bajarê Doualayê trênek ji riya xwe derket û qulibî. Şîrketa Fransî ya bi navê Riyênhesina Bollore ku wê xetê dide xebitandin li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyineyek belav kir û di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku qeza 120 kîlomitroyan li rojavayê paytextê, li nêzîk îstîsyona trênê ya Esekayê bi saeta herêmî di saet 11.00a de qewimî ye.

    Di daxuyaniya Wezareta Veguhastinê ya Kamerûnê jî di daxuyaniya xwe de ragihand k udi wê qezayê de 53 kesan jiyana xwe ji dest daye û 300 kes jî birîndar bûne.

    Şahidekî bûyerê jî ji bo Reutersê axivî û got "dengekî pir zêde hebû. Min li paşiya xwe nêrî û min dît ku vagon ji rayên rê derketine û digindirin." Şahidê bûyerê ragihand ku xebatkarên riya hesin berê ku trên ji Yaoundeyê birêkeve, 8 vagonên din li trêna 9 vagon zêde dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Spanyayê qezaya trênê çêbû: 4 kes mirin
    Qezaya trênê li Fransayê
    Li Îtalyayê qezaya trênê: 12 mirî û bi dehan birîndar
    Li Almanyayê qezaya trênê: 8 mirî û 150 birîndar
    Etîketan:
    birîndar, mirî, ji rê derket, Şîrketa Bollore ya Riyênhesin, Facebook, Reuters, Wezareta Veguhastinê ya Kamerûnê, Yaounde, kamerûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de