00:48 19 Tebax 2017
Zindî
    Ashton Carter

    Ji Koşka Spî daxuyaniya Başîkayê

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku Tirkiye bi hebûna xwe ya leşkerî ya li Mûsilê li dijberî prensîbên hikumeta navendî ya Iraqê tevnegeriyaye.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest di civîna xwe ya çapemeniyê de di derbarê naveroka hevdîtinên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ên li Tirkiyeyê de bersiva pirsan da.

    Earnest diyar kir k udi derbarê mijarên hevdîtinan de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê wê agahiyên hewce bidin û got em di serî de dibêjin ku operasyonên li dijî DAIŞê, ji bo ku hêzên Iraqî di têkoşîna li dijî rêxistinê de werin perwerde kirin, divê bi daxwaza hikuemta navendî werin kirin.

    'DIVÊ PIŞTGIRIYA OPERASYONAN BI IRAQÊ RE WERIN KOORDÎNE KIRIN'

    Earnest got "me anî ziman ku hewldan an jî tevgereke ji bo piştgiriya operasyonên li hemberî DAIŞê divê bi hikumeta navendî ya Iraqê re were koordîne kirin û divê bi dîrektîfên wan were meşandin. Me heta niha jî nedît ku Tirkan bi hebûna xwe ya li nêzîkê Mûsilê ev prensîb îhlal kiriye."

    Di navbera Bexda û Enqereyê de ji ber leşkerên Tirk ên li Baregeha Zalîkanê ya li herêma Başîka ya nêzîkê Mûsilê pirsgirêk çêbûbû. Rêveberiya Bexdayê diyar kiribû ku hebûna leşkerên Tirk ên li Iraqê ne yasayî ye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî diyar kiribû ku leşkerên Tirk bi pejirandina rêveberiya navendî ya Iraqê û Wezareta Paratinê ya Iraqê li wir hatin bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne'
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    Wezîrê Berevaniya DYAyê Carter: Tirkiye û Iraq di mijara operasyona Mûsilê de lihev kirin
    Carter li parlamentoya Tirkiyeyê got: "Em dostê we ne"
    Etîketan:
    daxuyanî, Berdevkê Koşka Spî, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Josh Earnest, Ashton Carter, Başîka, Enqere, Bexda, Mûsil, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de