05:14 20 Tebax 2017
Zindî
    Ashton Carter

    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 72 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter di serdana xwe bo Enqereyê de got ku divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe.

    Enqere -Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter piştî hevdîtina Serokwezîr Yildirim serdana parlamentoya Tirkiyeyê  kir di dema hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê de rastî êrişê hatibû û got: her kesî li vir lehengiya we dît, em dostê we ne.

    Ashton Carter piştî gera li parlamentoyê di civîna çapemenî de got: "Wekî fîlm e, pir zêde mirov xemgîn dike û dîmênên wê pir bi bandor in. Ez ji bo kesên kuştî sersaxiyê dixwazim. Hemû cîhan dizane ku van mirovan ji bo demokrasiye şer kiriye. Bi qahremanî û bi awayekî tirsnak hatin kuştin. Em dostê Tirkiyeyê ne û demeke dirêj e em hevalbendê hev in. Ji bo vê vexwendinê spasiya Wezîrê Parastinê Fikri Işik dikim."

    Ji aliyê din ve, Carter derbarê operasyona Mûsilê û daxwaza Tirkiyeyê ya beşdarbûnê de wiha axivî: "Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe."

    CARTER GOTIBÛ: DIVÊ DESTHILADARIYA IRAQÊ WERE PARASTIN

    Wezîrê amerîkî îro di balafirê de ji rojnamevanan re wiha gotibû: "Tevlîbûna hêza Tirkiyeyê ji bo operasyona Mûsilê mijareke hestyar e. Hikûmeta Amerîkayê berê jî gotibû, ev biryar a Bexdayê ye. Em jî û hêza koalîsyonê jî rêzê ji desthilatiya Iraqê re digirin. Iraq welatekî girîng e ji bo me. Ev demeke dirêj e di tÊkoşîna dijî DAIŞê de em dibêjin divê desthilatiya hikûmeta Iraqê were parastin. Em ê vê mijara rêzgirtinê bi rayedarên Tirkiyeyê re jî biaxivin."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    MÛSIL - PKK wê bi 2 hezar şervanên xwe beşdarê operasyonê bibe'
    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Fikri Işik, Binali Yildirim, Ashton Carter, Mûsil, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de