18:35 17 Tebax 2017
Zindî
    John Kirby

    DYA di derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî YPGê de daxuyanî da

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10810

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî hedefên YPGê got "divê ji operasyonên nehatine koordîne kirin, dûr were sekinandin."

    Navenda Nûçeyan — Kirby di civîna xwe ya rojane de axivî û bang kir ku hemû alî divê li şûna hevdu konsantreyê DAIŞê bibin û bi hevpeymaniyê tevbigerin.

    Kirby got "me banga hemû aliyan kir, da ku ji çalakiyên bêkoordîne dûr bisekinin û konsantreyê dijminê hevpar DAIŞê bibin" û diyar kir ku êrîşên balafirên Tirk ên li hemberî hedefên YPGê jî dikevin çarçoveya çalakiyên nehatine koordînekirin.

    Kirby got "him Artêşa Sûriyeyê ya Azad a piştgiriya Tirkiyeyê digire, him jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku YPG jî di nav de ye, li şûna ku wê li hemberî hevdu têbikoşin, bila li dijî dijminê hevpar DAIŞê şer bikin."

    Di daxuyaniya Artêşa Tirk de hatibû diyar kirin ku li bakurê Sûriyeyê (Rojava) li hemberî 16 hedefên li herêma di bin kotrola YPGê de 26 bombe hatine avêtin û di encama operasyonê de 160-200 YPGyî hatine kuştin. Fermandarê YPGê Mahmûd Barkadan ê ku ji APê re axivî, ragihandibû ku di encama wan bombeyan de tenê 10 YPGyî jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 'Tenê 2 şervanên me birîndar bûne'
    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    YPG: Êrîşên artêşa tirk, ên DAIŞê û Koalisyona Sûriyê berdewam dikin
    YPG: Artêşa tirk êrîşî hêzê me kir, me bersiv da, leşkerekî tirk birîndar bû
    YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"
    Etîketan:
    daxuyanî, êrîş, Artêşa Tirk, DAIŞ, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, YPG, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Mahmûd Barkadan, John Kirby, Tirkiye, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de