18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    Hizbullah

    DYA fermandarê Hîzbûllahê tevlî lîsteya terorê kir

    © Flickr/ peaceworker46
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yek ji fermandarên Hîzbûllaha Lubnanê Heysem Ali Tabatabai tevlî lîsteya terorîstên kureyî kir.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat diyar kirin ku ev kesê ku wek Ebu Ali Tabatabai jî tê zanîn, ji ber ku ji bo ewlehiya welatiyên Amerîkayê, ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê  û ji bo polîtîkaya derve û aboriyê xeternak e, tevlî lîsteya terorîstan hatiye kirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mal û milkê Tabatabaî hatiye bloke kirin û da zanîn ku danûstendina û karkirina welatiyên Amerîkayê ya bi vî kesî re jî hatiye qedexe kirin.

    4 KES Û SAZIYEK DIN DI ÇARÇOVEYA MUEYÎDEYAN DE YE

    Li gorî daxuyaniyê Tabatabaî yê ku berê fermandariya hêzên taybet ên Hibûllaha Lubanê dikir, niha li Yemenê ye û li Yemen û Sûriyeyê xebatên perwerdehî, malzeme û peydakirina endaman ji bo Hîzbûllahê dimeşîne.

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku ji xeynî Tabatabî 4 kes û saziyeke din ên ku piştgiriya Hîzbûllahê dikin, ji aliyê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ve tevlî çarçoveya mueyîdeyan hatine kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hizbullah: Çareserî dê li qada şerî be
    Hizbullah: ‘Komên tekfîrî' fermandarê me kuştine
    Dewletên ereb ên kendavê, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst îlan kir
    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Etîketan:
    tevlîkirin, lîsteya terorê, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Hîzbullah, Heysem Alî Tabatabaî, Amerîka, Yemen, Sûriye, Lubnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de