22:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Qedexeya derketina derve, rewşa awarte, tanka leşkerî

    26 saziyên navdewletî: Bila Rewşa Awarte bê rakirin

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    26 saziyên navdewletî bi daxuyaniyeke hevbeş ji hikûmeta AKPê daxwaz kirin ku Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê (KHK) de bên rakirin.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov û Yekîtiya Nivîskaran PEN jî di nav de 26 saziyên sivîl ên navdewletî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Di daxuyaniyê de rêxistin balê dikişînin ser rewşa li Tirkiyê û binpêkirina mafên mirovan û daxwaz ji hikûmeta AKPê tê kirin ku Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê de (KHK) rakin.

    'REWŞA AWARTE LI HEMBERÎ MUXALIFAN HATE BIKAR ANÎN'

    Di daxuyaniyê de ji ber lêpirsîna derbarê bûyerên tundûtujiyê ya di dema hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de hikûmeta AKPê tê pîroz kirin. Herwiha ragihandina Rewşa Awarte jî weke mafekî rewa tê nîşandan, lê tê ji ber bûyerên derketine holê metirsiyên xwe tînin ziman. Saziyên sivîl diyar dikin ku rayedarên Tirkiyê, xalên Rewşa Awarteyê ji bo muxalifên xwe bêdeng bike bikar aniye û hikûmet ji ber îdiayên îşkence û desteserkirina dema zêde rexne dikin.

    'DIVÊ BÊ ŞERMEZARKIRIN'

    Sazî ji ber rewşa derketiye holê bang li Yekîtiya Ewropayê, DYA û rêxistinên mafên mirov ên navdewletî dikin da ku binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin.

    'LI HEMBER MAFÊ AZADIYÊ HATE BIKAR ANÎN'

    26 saziyên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê balê dikişînin ser rewşa medyayê jî û diyar dikin ku KHK ên Rewşa Awarte bandor li ser bikaranîna mafê azadiyê kiriye. Herwiha hatiye gotin ku heman KHK ji bo girtina xebatkarên medyayê û bi armanca fişarê hatiye bikar anîn.

    Saziyên ku îmze dane daxuyaniya hevbeş ev in:

    ARTICLE 1, Amnesty International, Human Rights Watch, PEN International, Association of European Journalists, Canadian Journalists for Free Expression, Committee to Protect Journalists, Danish PEN, English PEN, Ethical Journalism Network, European Centre for Press and Media Freedom, European Federation of Journalists, Fair Trials, German PEN, Global Editors Network, Index on Censorship, International Media Support, International Press Institute, IREX Europe, My Media, Norwegian PEN, Norwegian Press Association, PEN America, Reporters Without Borders, Swedish PEN, Wales PEN Cymru

    Bi heman mijarî:

    Rojnameger Ahmet Altan hate girtin
    Rojnameger jî di nav de biryara binçavkirina 35 kesan hat dayîn
    Belavkirina rojnameya ‘Azadiya Welat' sûc hate dîtin
    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
    Serdana raportorê îşkence yê NYyê ji hêla Tirkiyê ve hate lipaşxistin
    Etîketan:
    hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, binpêkirina mafan, medya, Biryarnemaya di Hikmê Yaseyê de (KHK), Rewşa Awarte, AKP, Yekîtiya Nivîskaran PEN, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan(HRW), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), Tirkiye, YE, DYA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de