23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Barak Obama û Rodrîgo Duterte

    Serokê Filîpînê cara duyemîn xeber ji Obama re gotin

    © AFP 2017/ Saul Loeb, Manman Dejeto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Filîpînê Rodrîgo Duterte ji bo hinek peymanên bazirganî îmze bike serdana Çînê kir. Duterte li Çînê dîsa xeberên giran ji Serokê Amerîkayê Barak Obama re gotin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Filîpînê Rodrîgo Duterte ji bo hinek peymanên bazirganî îmze bike serdana Çînê kir. Duterte Li Çînê di axaftina xwe de ragihand ku di şirîkatiya me ya bi Amerîkayê de heta niha tu qezenç li me nebûye û ji bo Serokê Amerîkayê Barak Obama dîsa peyva ‘kurê qahbê' bi kar anî.

    ME JI DOSTANIYA AMERÎKAYÊ TIŞTEK QEZENÇ NEKIR

    Dewleta Filîpînê li herêmê demeke dirêj li gorî polîtîkayên Amerîkayê tevdigeriya û Çîn ji xwe re wekî reqîb didît. Lê piştî hilbijartina meha hezîranê Rodrîgo Duterte bû serokê nû yê Filîpînê û politikaya dewletê ya hevkariya bi Amerîkayê re bi dawî anî û ji bo hevkariyeke nû berê xwe da Çînê.

    Duterte li Pekînê di xîtaba hemwelatiyên filîpînî de got: "Ez careke din hew diçin Amerîkayê, ji ber ku dizanim li wir ez rastî heqaretê têm. Ma heta niha hevkariya Amerîkayê çi bi me da qezençkirin. Lê Çînê heta niha bostek axa me jî dagir nekiriye."

    ÊDÎ DEMA XATIR XWESTINÊYE DOSTO

    Serokê Filîpînê di dawiya axaftina xwe de got: "Hebûna w eli welatê me tenê fêde da we. Naxwe divê em xatir ji we bixwazin." Duterte, dema behsa Serokê Amerîkayê Barak Obama kir peyva ‘ew kurê kahbê' bi kar anî.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Filîpînê hişyarî da NY: Em ê ji endamtiya NY derkevin
    Amerîka: Em piştgiriyê nadin Heşdî Şebî
    Amerîka: Kontrolkirina Dabiqê derbeyeke mezin li dijî DAIŞê bû
    Haşimî: "Amerîka nexwest Tirkiye li Mûsilê roleke aktîf bilîze"
    "Esad ji Obama zîrektir e"
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Amerîkayê, SErokê Dewleta Filîpînê, Barak Obama, Rodrigo Duterte, Filîpîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de