22:34 18 Hezîran 2018
operasyona rizgarkirin a Mûsilê destpê kir

Amerîka: Em piştgiriyê nadin Heşdî Şebî

© AP Photo / Adam Schreck
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Generalê Amerîkayî Gary Volesky got ew ji bo beşdarbûna operasyona Mûsilê piştgiriya Heşdî Şebî nakin.

Navenda Nûçeyan — General Volesky ê ku ji Bexdayê bi riya video konferansê bersiva pirsên rojnamegerên li Pentagonê da, got "hevpeyman tenê piştgiriyê dide hêzên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve tên kontrol kirin û birêve birin. Û Heşdî Şebî di nava van de tune ye."

Yekîtiya Hêzên Gel ên Dildar (PMF) a ku wek Heşdî Şebî jî tê zanîn û ji aliyê Îranê ve tê perwerde kirin, daxuyandibû ku ew ê piştgiriyê bidin yekîneyên Iraqê yên ber bi bajarê Tel Afer yê girêdayî Mûsilê ve diçin.

Volesky diyar kir ku bi nêzîkbûna hêzên herêmî yên bi piştgiriya Amerîkayê serekên DAIŞê ji Mûsilê reviyan û got "Em ji DAIŞiyan re dibêjin serekên we hûn terikandine. Tevgereke ber bi derveyî Mûsilê bi ber çavên me ket."

Bi heman mijarî:

Votel: Bidawîbûna operasyona Mûsilê dibe ku bi mehan bajo
Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin
Serokê Amerîkayê li Mûsilê tê hilbijartin
Rûsya: Operasyona Mûsilê hêj destpê nekiriye
Serfermandarê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê operasyona Mûsilê axivîn
Etîketan:
nakin, piştgirî, Heşdî Şebî, DAIŞ, Gary Volesky, Tel Afer, Mûsil, Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de