22:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Joseph Votel

    Votel: Bidawîbûna operasyona Mûsilê dibe ku bi mehan bajo

    © AP Photo/ Robert Burns
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê CENTCOMê GeneralJoseph Votel ê ku operasyonên Amerîkayê yên li Rojhilata Navînê dimeşîne diyar kir ku operasyona Mûsilê wê şerekî ‘tevlihev' be û got ew dipên ku pevçûnên dijwar biqewimin û dibe ku operasyon bi mehan biajo.

    Navenda Nûçeyan — Votel ê ku beşdarê panela li Navenda Pêşketin a Amerîkanê bû, got "2 salên DAIŞê hebû ku herêmê amade bike. Divê em bipên ku wê hinek astengî hebin û em dipên ku pevçûnên dijwar biqewimin." Votel derbirî ku di derbarê bidawîbûna operasyona Mûsilê de dayîna demê pir zehmet e.

    Votel derbirî ku Amerîka û Rûsya ji bo ku firînên wan ên li Sûriyeyê rastî hevdu neyên divê rêbazên xwe nû bikin.

    Fermandarê CENTCOMê anî ziman ku Tirkiye di kampanyaya li dijî terora DAIŞê de xwediyê girîngiyeke pir mezin e û got "bêyî piştgiriya Tirkiyeyê me nikarîbû tiştên ku em niha li Sûriyeyê dikin, bikira."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin
    Serokê Amerîkayê li Mûsilê tê hilbijartin
    Rûsya: Operasyona Mûsilê hêj destpê nekiriye
    Serfermandarê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê operasyona Mûsilê axivîn
    Etîketan:
    ajotin, bi mehan, operasyon, bidawîbûn, Fermandarê CENTCOMê, Joseph Votel, Tirkiye, Sûriye, Mûsil, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de