12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    hêzên Pêşmerge, operasyona Mûsilê

    Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna operasyona Mûsilê ya li Parîs a paytexta Fransayê bibin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Yekîtiya Ereban Mahmûd Afifi di daxuyaniyeke niviskî de diyar kir ku Yekîtiya Ereban jî ji bo civîna operasyona Mûsilê ya li Parîsê wê di asta wezîran de were lidarxistin hatiye dawet kirin.

    Afifi anî ziman ku ji bo heyeta wan wê di bin serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Husam Zekî de beşdarî civînê bibe û got heyeta wan di civînê de wê ji bo zirar nedîtina sivîlan behsa bergiriyên pêwîst bike û fikra yekîtiyê ya di derbarê siberoja Mûsil û mijarên din de vebêje.

    Civîna wê bi beşdarbûna Amerîka, YE, Tirkiye û 20 welatên korfezê were lidarxistin û tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault û hemkarê xwe yê Iraqî Îbrahîm el Caferî serokatiya civînê bikin.

    ÎRAN JÎ HAT DAWET KIRIN

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Romain Nadal di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de da zanîn ku civîn wê ji aliyê Serokomarê Fransayê François Hollande ve were destpê kirin.

    Nadal diyar kir ku Îran jî ji bo vê civînê hat vexwandin.

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault duh daxuyandibû ku Îran ji bo vê civînê nehatiye dawet kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amerîkayê li Mûsilê tê hilbijartin
    Rûsya: Operasyona Mûsilê hêj destpê nekiriye
    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji bo civîna Mûsilê ya li Fransayê Tirkiye jî hat vexwendin
    Wê li Parîsê civîna Mûsilê were lidar xistin
    Etîketan:
    beşdarbûn, civîn, Serokomarê Fransayê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Fransayê, Berdevkê Yekîtiya Ereban, François Hollande, Jean-Marc Ayrault, Romain Nadal, Mahmûd Afifi, Amerîka, Tirkiye, Îran, Yekîtiya Ereban, Parîs, Fransa, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de