09:01 17 Tebax 2017
Zindî
    Helîkopter

    Helîkoptera leşkerî ket: 9 mirî

    © AFP 2017/ Massoud HOSSAINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 167901

    Hate ragihandin ku helîkopterek leşkerî li Ozbekîstanê ketiye û di encamê de jî 3 karmendên kabînê û 6 jî leşker jiyana xwe ji dest dane

    Fergana — Şaxa Çapameniyê ya Wezareta Parastina Ozbekîstanê daxuyand ku helîkoptera ji cureya Mİ-171ê dema firînê de li wîlayeta Ferganayê dikeve rojhilatê welêt ketiye û di encamê de jî 3 karmendên kabînê, 6 jî leşker jiyana xwe ji dest dane.

    Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Ozbekîstanê ji malbata kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwaze.

    Hate destnîşankirin ku komîsyonek taybet derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Operasyona Mûsilê hêj destpê nekiriye
    Li Kurdistanê qeza: 3 mirî, 1 birîndar
    Mele Bextiyar: Hêvî dikim, senaryoya Wîlayeta Mûsilê dubare nebe
    DAIŞê tankeke Artêşa Iraqê ruxand
    Etîketan:
    komîsyon, sersaxî, karmend, mirî, leşkerî, helîkopter, Ozbekîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de