13:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Li ser banga Rûsyayê Sirbîstan alîkariya mirovî dişîne Helebê

    © AFP 2017/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezareta Parastina Sirbîstanê dê pakêtên alîkariya mirovî ku ji arvan, şekir û rûn pêk werin bişîne bajarê Helebê ya Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan — Li ser daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku gotibû em hêvî dikin alîkariya mirovî bê şandin bo Helebê, Wezareta Parastina Sirbîstanê biryara alîkariya mirovî ku ji derman, cihazên ceyranê, pêlav, cil, arvan, şekir û rûn pêk were bişîne Helebê.

    Alîkariya mirovî dê bi balafirên kargoyê ya Rûsyayê bên kişandin.

    DIBE ALÎKARIYA MIROVÎ BI RIYA XAÇASOR JÎ BÊ ŞANDIN

    Rayedarê Sirbîstanê ya Komîteya Xaçasor yê Navneteweyî Ljuomi Miladinoviç jî destnîşan kir ku dibe alîkariya mirovî bi riya Xaçasor bê şandin

    Miladinovic, bibîr xist ku Xaçasor alîkariyê dide koçberên sûrî ku ji ser Sirbîstanê ve diçin welatên Rojava.

    Bi heman mijarî:

    Urdun wê destûrê bide alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyeyiyan
    NY, ji bo êrîşa li ser konvoya alîkariya mirovî lêpirsîn da destpêkirin
    Xaçasor karwanek alîkariya mirovî ku ji 71 kamyonan pêk tê şand Sûriyayê
    Leşkerên rûsî alîkariya mirovî gihandin taxek Helebê
    Etîketan:
    arvan, ceyran, derman, bang, mirovî, alîkarî, Wezareta Parastina Sirbîstanê, Sirbîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de