18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    El Şebab

    Li Somalyayê êrîşî xwekujî: 11 kuştî

    © AP Photo/ Farah Abdi Warsameh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 164 0 0

    Rayedarekî hikûmeta Somalyayê ragihand ku roja sêşemê êrîşeke xwekujî bi otomobîleke bombebarkirî li bajarokê Afgooyeyê pêk hatiye û di encamê de karmendên hikûmetê jî di nav de 11 kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan —Tevgera Şebabê berî niha gelek caran êrîş pêk anîbûn ku bi otomobîlên bombebarkirî êrîşî navendeke polîsan kiribû û şer û pevçûn li wê derê derketibû.

    Li gorî nûçeya Reutersê, Komîserê herêma Afgooyeyê ya Somalyayê Ebdilnasir Muelim ragihand ku 11 kesên ku karmendên hikûmetê û polîs jî di nav wan de ne, hatine kuştin ku 6 êrîşkar jî hatine kuştin.

    EL-ŞEBAB KÎ NE?

    Hereket El-Şebab El-Mucahidîn(Tevgera Ciwanên Mucahid) rêxistineke îslamîst û çekdar e ku li Somalyayê çalak e û li gorî ramanên rêxistina El-Qaîdeyê tevdigere.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê Qempa El Şebab bombebaran kir: 150 kuştî!
    El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
    Eş Şebab li Tirkiyeyê amadehiya êrişan dike
    Rojnamevanekî endamê rêxistina El Şebabê hate îdamkirin
    Terorîstên El Şebabê, wê bi cilên leşkerên Hêza Aştiyê êrişan bikin
    Serokê El Şebabê di êrişa Amerîkayê de hat kuştin
    Etîketan:
    kuştî, êrîş, El-Qaîde, El-Şebab, Hereket El-Şebab El-Mucahidîn, Tevgera Ciwanên Mucahid, Ebdilnasir Muelim, Afgooye, Somalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de