12:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Malik Obama

    Birayê Obama ji bo piştgiriya Trump çû Amerîkayê

    © AP Photo/ Ben Curtis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Birayê Serokê Amerîkayê Barak Obama Malik Obama ji bo piştgiriya namzedê komarparê ên serokatiya Amerîkayê Donald Trump diçe Amerîkayê.

    Navenda Nûçeyan — Birayê Serokê Amerîkayê Barak Obama Malik Obama ji bo piştgiriya namzedê komarparê ên serokatiya Amerîkayê Donald Trump diçe Amerîkayê. Li gorî zanyariyan Malik Obama ji îcraetên 8 salan ên birayê xwe yê Serokê Amerîkayê ne memnûn e.

    Malik Obama di daxuyaniyeke xwe ya meha tîrmehê dê ragihandibû ku min di temamê jiyana xwe de piştgiriya Partiya Demokrat kir, lê kiryarên di vê serdema Barak Obama de hatin irin xeyalên min têk birin û ez ê ji vir pê ve piştgiriya namzedê komarparêz Donald Trump bikim. Malik Obama wekî vexwendiyê Trump ji bo tevlî bernameya zindî ya televîzyonê bibe ji Kenyayê çû Amerîkayê.

    Malik Obamayê misilman li Kenyayê hatiye dinyayê û hemwelatiya wî ya Amerîkayê jî heye. Obama di axaftina xwe ya rojnameya New York Postê de got: "Ji bo ku ez tevlî bernameya televîzyonê ya Trump bibim seetan dijmêrim. Wê gelekî bi heyecan be. Trump, dibêje ez ê dîsa Amerîkayê bikim welatekî mezin û ez ji can û dil pê bawerim, ji bo ku ew jî ji can û dil diaxive."

    Bi heman mijarî:

    Li gorî anketa dawî Hillary bi 9 puana kete pêşiya Trump
    Sanders: "Serokatiya Trump ji bo Amerîkayê karesat e"
    Clinton bi 5 puana kete pêşiya Trump
    Trump piştgirî da Netenyahu: Ez ê Qudsê wek paytexta Îsraîlê binasim
    ‘Trump mîna şempanzeyan tevdigere'
    Etîketan:
    Namzedê Komarparêz ê Serokatiya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Barak Obama, Malik Obama, Kenya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de