20:21 17 Tebax 2017
Zindî
    Prokopis Pavlopulos

    Pavlopulos bersiv da Erdogan: "Binê Peymana Lozanê nekole"

    © AFP 2017/ POOL / ARIS MESSINIS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokomarê Yûnanîstanê Prokopîs Pavlopulos derheqê axaftina Erdogan a Misakî Millî de got: "Erdogan binê Peymana Lozanê dikole"

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Yûnanîstanê Prokopîs Pavlopulos derheqê axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Misakî Millî de ku gotibû ‘ew peyman ne serkeftî bû' got: "Erdogan binê Peymana Lozanê dikole"

    Erdogan di axaftina xwe ya bajarê Rizeyê de gotibû: "Ji Trakyayê hetanî Rojhilatê Ewropayê li boşta axê em rastî şopa ecdadê xwe tên. Em di pirtukan de Misakî Millî dixwînin. Heke derdekî me yê Misakî Millî hebe, li qusurê nenêrin."

    Serokomarê Yûnanîstanê Prokopîs Pavlopulos ev daxuyaniya hevkarê xwe yê tirk ku piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê hat dayîn rexne kir û got: "Erdogan, dixwaze binê Peymana Lozanê ku sînorê herdu welatan diyar kirine bikole. Ev daxuyaniyên Erdogan ji xeyrî têkiliyên Enqere û Atinayê zirarê dide têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jî."

    Parlopulos di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez vê bi semîmî dibêjim, yên ku li Tirkiyeyê parastina Destûra Bingehîn dike em in û dîsa yên ku daxwaza têkiliyên baş dike em in. Yûnanîstan ji bo Tirkiyeyê deriyê Ewropayê ye."

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstan: Li Tirkiyeyê hikumet û muxalefet ji ber mijarek ku wan eleqeder nake şer dikin
    Yûnanîstan: Em ji bo projeya xeta xazê amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
    Yûnanîstan: Divê Tirkiye ji bo 'komkujiya Pontûsê' lêborînê bixwaze
    Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
    Çipras:'Rûsya û Yûnanîstan dikarin diyaloga siyasî ya Sûriyeyê bi peş bixin'
    Etîketan:
    Sînorê Misakî Millî, Peymana Lzoanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokomarê Yûnanîstanê, Recep Tayyip Erdogan, Prokopîs Pavlopulos, Tirkiye, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de