02:33 17 Tebax 2017
Zindî
    Mûsil - operasyon

    NY senaryoya herî xerab daxuyand: Dibe ku milyonek kes ji cihên xwe bibin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    NY daxuyand ku di hefteyên pêşîn ên operasyona rizgarkirin a bajarê Mûsilê de 200 hezar kes, li gorî senaryoya herî xerab jî wê milyonek kes ji cihên xwe werin kirin.

    NYNavenda Nûçeyan — Berdevkê Sekretê Giştî yê NY Stephane Dujarric di civîna xwe ya rojane de got di 36 saetên pêşîn ên operasyona Mûsilê de gelek sivîl ji cihên xwe veneqetiyane lê tê payîn ku di rojên pêş de hejmara kesên ku ji cihên xwe werin kirin, wê zêde bibe

    Dujarric got "di hefteyên pêşîn ên operasyonê de 200 hezar kes, li gorî senaryoya herî xerab jî milyonek kes wê ji cihên xwe werin kirin."

    Dujarric biryara agirbestê ya ku Rûsya û Sûriyeyê ji bo 8 saetan girtiye jî nirxand û got ev dem ji bo gihandina alîkariyên mirovî têrê nake.
    Dujarric anî ziman ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî pêwistî herî kêm bi 48 saetan heye û got divê ewlehî were mîsoger kirin.

    Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rudskoy daxuyandibû ku wê di 20ê Cotmehê de di navebra saet 08.00 û 16.00a de li Helebê ji bo 8 saetan navberdayîna mirovî were dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di êrîşa hewayî ya li nêzîkê Helebê de 6 kes mirin, li herêmê jetên Belçîkayê hebûn
    Muxalîfan li Helebê êriş kirin: 3 mirî 27 jî birîndar
    Li Helebê şer gur bû: 37 sivîlan canê xwe ji dest da
    Rûsya: Di 20ê Cotmehê de bo derketina milîtanên li Helebê, em ê agirbestek biçûk ragihînin
    Çurkîn: "Rêxistina El Nûsra ya wê ji Helebê vekişe an jî wê têk here"
    Etîketan:
    ji cihê xwe bûyîn, milyonek kes, senaryoya herî xerab, Serfermandariya Rûsyayê, Berdevkê Sekretê Giştî yê NY, Sergey Rudskoy, Stephane Dujarric, Heleb, Sûriye, Rûsya, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de