14:41 23 Tebax 2017
Zindî
    Julian Assange

    Ekvador: Me înterneta Assange qut kir

    © AP Photo/ Kirsty Wigglesworth
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hikumeta Ekvadorê îdiayên di derbarê qutkirina înternetê ya damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange de piştrast kirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku Balyozxaneya Ekvadorê ya li Londonê ji bo ku Assange nikaribe peyamên elektronîk ên di derbarê namzeta partiya Demokrat Hillary Clinton de biweşîne, înternet qutkiriye. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ekvadorê de hat gotin ku "hefteyên borî WikiLeaksê hinek dosyeyên ku bandorê li pêvajoya hilbijartinê ya li Amerîkayê dikin, weşandin. Ji ber vê sedemê Ekvadorê gihîştina torên taybet ên li balyozxaneya li Îngilîstanê bi awayekî demkî asteng kiriye."

    Di daxuyaniya WikiLeaksê de hatibû diyar kirin ku di qutkirina înterneta Asseng ê ku ji sala 2012a şûnde li balyozxaneya Ekvador a li Londonê dimînede rola hikumetê heye. WikiLeaksê îdia kiribû Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry li Kubayê di dema hevdîtinên aşitiyê yên Kolombiyayê de ji Ekvadorê rica kiribû ku înternetê qutbike û daxuyandibû ku armanc jî ew bû ku weşandina peyamên Clintonê asten bike.

    Bi heman mijarî:

    Assange: Divê heta 8ê Mijdarê hemû belgeyên derbarê hilbijartinên DYAyê de derkevin holê
    Assange: Clinton dixwaze ‘hîsteriya Rûsyayê ava bike
    Assange: Nûçeya NBCyê, ji bo biserketina hewldana derbeyê hat bikaranîn
    Manning ê ku belgeyên Amerîkayê dan WikiLeaksê dest bi girêva birçîbûnê kir
    Malpera WikiLeaksê ku pevnivîsên AKPê diweşandin hat astengkirin
    Etîketan:
    qutkirin, Înternet, WikiLeaks, Hillary Clinton, Julian Assange, London, Ekvador, Îngilîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de