09:57 24 Nîsan 2018
    Mark Toner

    Amerîka: Kontrolkirina Dabiqê derbeyeke mezin li dijî DAIŞê bû

    © Foto : CSPAN (Screenshot)
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku kontrolkirina bajarokê Dabiqê yê girêdayî Helebê û nêzîkî Babê ji aliyê dijberiya Sûriyeyê ya ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, derbeyeke mezin li ramanên firofehş yên DAIŞê xist.

    Navenda Nûçeyan —Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner wiha got: "Em bi dilxweşî pêşwaziya wê yekê dikin ku dijberiya Sûriyeyê bi piştgiriya hevalbenda me Tirkiyeyê û hêzên hevpeymanê dawiya vê hefteyê bajarokê Dabiqê ji destê DAIŞê rizgar kir".

    Toner axiftina xwe wiha dewam kir: "Rizgarkirina DAIŞê tenê ne têkçûneke leşkerî ji DAIŞê re ye lê derbeyeke mezin bû li ramanên firfehş ên vê rêxistinê bû".

    Artêşa Sûriyeya Azad bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê dawiya hefteya borî bajarokê Dabiqê yê li bakurê Sûriyeyê  ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistibû.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê, li Erşaq û Dabiqê mewziyên DAIŞê bombebaran kirin
    Reuters: Operasyona Dabiqê ya dijberên Tirkiye piştgiriya wan dike dest pê kir
    'Piştî kontrolkirina Dabiqê, DAIŞ wê têk biçe'
    Mûxalifên sûriyeyî dixwazin di nava 48 saetan de bigihîjin navçeya Dabiqê
    Etîketan:
    ASA, DAIŞ, Mark Toner, Tirkiye, Dabiq, Bab, Heleb, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de