02:37 26 Nîsan 2018
    Şewat

    Li nexweşxaneyeke Hindistanê şewat: 24 mirî û 106 birîndar

    © AFP 2018 / AMINU ABUBAKAR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Hindistanê li eyaleta Odishayê li nexweşxaneyeke taybet şewat derket, di encama şewatê de 24 kes mirin û 106 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Tendirustî yê Hindistanê J.P. Nadda di daxuyaniya xwe ya kanala Times Now TVyê de ragihand ku li bajarê Bhubaneswarê li Nexweşxaneya Sumê di beşa diyalîzê ji ber qontaqa elektrîkê şewat derket. Ji ber şewata ku di beşa diyalîzê de derketibû paşî girte beşa xweytiya giran 24 nexweş mirin û zêdetirî 106 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatine wergirtin di nava birîndaran de rewşa hinek nexweşan pir giran e û dibe hejmara miriyan zêde bibe.

    Şewata nexweşxaneyê bi wesayîtên agirkuj bi zahmetî hat kontrolkirin û ji 500î zêdetir nexweşên kul i nexweşxaneyê diman sewkî nexweşxaneyên din kirin.

    Herwiha Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser hisabê medya civakî yê Twitterê ji bo malbat û keskûrên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ragihand ku ji ber şewata nexweşxaneyê derheqê berpirsyaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lûtkeya Pûtîn û Modî: Rûsya wê sîstema berevaniya moşekên S-400 bişîne Hindistanê
    Navendeke bangê ya saxte ya li Hindistanê, bi sedan amerîkiyan xapand
    Li Keşmirê êrişa Baregeha Leşkerî ya Hindistanê kirin: "17 kuştî
    Serokwezîrê Hindistanê Modî, rexne li Pakistanê girtin
    Tirkiyeyê ji Hindistanê xwest dibistanên Gulen asê bike
    Etîketan:
    24 mirî 106 birîndar, Li Hindistanê li nexweşxaneyeke taybet şewat derket, Serokwezîrê Hindistanê, Wezîrê Tendirustî yê Hindistanê, J.P. Nadda, Narendra Modî, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de