15:35 25 Gulan 2018
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê

Lavrov: Me pêşniyarên balkêş ên cûrbecûr nirxandin, wê temas berdewam bikin

© REUTERS / Denis Balibouse
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, got ku di civîna Sûriyê ya li Lozanê de wan pêşniyarên cûrbecûr ên balkêş nirxandine û wê di demeke nêz de hevdîtinan berdawam bikin.

Lozan — Piştî civîna Sûriyê ya li Otela Beau-Rivage Palace ya li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî û got ku, aliyan ji bo di demeke nêzîk de hevdîtinan berdejam bikin lihev kirine. Lavrov agahî neda ku bê wê hevdîtin rûbirû an bi rêya telefonê çêbibin.

Lavrov aşkere kir ku beşdariya ji bilî dewletên Rûsya û DYAyê (Tirkiye, Urdin, Misir, Qeter, Îran, Iraq û Erebistana Siûdiyê) ji ber formata civînê wê bandorê li ser rewşê bike.

Lavrov herwiha got ku di civînê de cûrbecûr ‘fikrên balkêş‘ hatine rojevê û beşdar alîgirên wî tiştî ne ku demildest pêvajoya derbasbûnê li Sûriyê destpê bike.

Lavrov beriya civînê dabû xuyakirin ku pêşniyarûn nû nehatine amadekirin. Lavrov destnîşan kiribû ku li gel biryara Desteya Ewlekariya NYyê (DENY) û di peymana ku di navbera Rûsya û DYAyê de hatiye çêkirin a Koma Piştgiriya Sûriyê ya Navdewletî jî erê kiriye, bi awayekî zelal cî daye stratejiya hevkariya nevdewletî û diyar kir ku ji bo pêkanîna wan ew ê hin gavan pêşniyar bikin.

Bi heman mijarî:

Cavuşoglu: Ji bo li Sûriyê çareseriya misoger çêbibe gotûbêjen siyasî ferz in
Civîna Sûriyeyê ya li Lozanê destpê kir
Îran jî dê beşdarî civîna Lozanê bibe
Rûsya: Mijara Lozanê, agirbesta Sûriyeyê ye
Etîketan:
civîna Sûriyeyê, Desteya Ewlekariya NYyê (DENY), Otela Beau-Rivage Palace, Sergey Lavrov, Lozan, Swîsre, Sûriye, DYA, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de