16:45 18 Hezîran 2018
Geert Wilders

Serokê PVVê ê nijadperest wê bê darizandin

© AP Photo / Phil Nijhuis
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Hollandayê ragihand ku wan derbarê Serokê Partiya Azadiyê (PVV) yê rastgir Geert Wilders de ji ber sûcên teşwika nefretê û cudakeriyê doz vekirine. Wilder piştî derbeya leşkerî gotibû ku 'rejîma leşkerî çawa be jî ji ya Erdogan çêtir e.'

Navenda nûçeyan — Ji ber gotinên 'Hûn dixwazin li Hollandayê zêdetir an jî kêmtir fasî bibînin?' doz li Wilders hate vekirin. Hat ragihandin ku dadgehê ji ber sûcên 'gel teşwîkî nefretê' dike doz li Wilders vekiriye.
Li gorî dozgeran Wildersê ku bi gotinên xwe yên dijî Îslamê tê naskirin, vê carê hedê xwe gelekî derbas kiriye û divê ew bê darizandin.
Wilder li ser malpera xwe ya twiterê de bertek da biryara dadgehê û got: 'Min fikra bi milyonan kesî anî ziman lewma têm darizandin. Hollanda ne Tirkiyeye.'
Wilders amaje kir ku fikrên siyasî yên ku nayên hezkirin ji aliyê dadgehê ve tê qutkirin.

 

Bi heman mijarî:

Ji Erdogan daxuyaniya derbeya sêyemîn
HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
Feyzioglu: "Derbeya leşkerî pêk bihata NY mûdaxele dikir"
YEyê, piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê dicive
Etîketan:
derbeya leşkerî, nijadperestî, erdogan, şer, Greet Wilders, hollanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de