11:52 24 Hezîran 2017
Zindî
    Hillary Clinton

    Clinton: Kurd baştirîn hevalbendên me ne

    © REUTERS/ Brendan McDermid
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 95 0 0

    Namzeta Demokrat a serokatiya Amerîkayê Hillary Clintonê di munazereya xwe bi namzetê Komarî Donald Trump re got, eger ez wek serok bêm hilbijartin, ez dê çekan bidim kurdan.

    Navenda Nûçeyan —Berî hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya ku dê di 8ê Mijdara îsal de bê lidarxistin, Hillary Clinton û Trump di munazereyeke din de derketin ser ekranan.

    Di munazereyê de behsa gelek mijarên wek Rûsya, bacên Trump û gelek mijarên din bû lê ya herî balkêş kurd bûn û bi taybetî yên rojavayê bûn bê ku behsa Tirkiyeyê bê kirin.

    Clintonê diyar kir ku eger wek serok bê hilbijartin, ew ê rasetrast çekan bide kurdên rojavayê û wiha got: "Kurd çawa li Iraqê baştirîn hevabendên me bûn, li Sûriyeyê jî wiha bûn. Dizanim ku hinek derdor ji vê rewşê bitirs in. Lê ez wiha difikirim ku divê pêdiviyên wan bên dabînkirin ji ber ku şervanên kurd û ereb li ser rêya stendina Reqqayê ne, piştî ku DAIŞ li Iraqê têk biçe."

    "TRUMP PIŞTGIRI DA, HERÊMA JI FIRÎNÊ RE QEDEXE"

    Ji aliyê din ve, Trump piştgiriya xwe ji herêma ji firînê re qedexe ragihand.

    Di munazereya alîkarên serokan de, namzetê alîkarî yê Mike Pence diyar kir ku divê Amerîka hêza leşkerî li dijî Esadî bi kar neyêne.

    Herwiha Trump diyar kir ku divê ew bi DAIŞê mijûl bibin, ne bi Esadî re û wiha dewam kir: "Esad DAIŞiyan dikuje, Rûsya DAIŞiyan dikuje, Îran DAIŞiyan dikuje".

     

    Bi heman mijarî:

    Trump û Clinton li ekranê cara ewile ku nîqaş kirin
    Trump bersiv da Obama: Ya ne liyaq Clinton e
    Li gorî anketan Trump kete pêşiya Clintonê
    “Bushê bav, dê dengê xwe bide Clintonê”
    Clintonê soz da ku bi kurdan re hevkariyê bike
    Etîketan:
    kurd, DAIŞ, Mike Pence, Hillary Clinton, Donald Trump, Reqqa, Sûriye, Mûsil, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de