11:00 20 Hezîran 2018
ala almanya

'3 dîplomatên tirk serlêdana penaberiyê li Almanyayê kirin'

© Foto: AA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku 3 dîplpmatên tirk yên ku li saziyên alman yên li Tirkiyeyê dixebitin, serdana penaberiyê li Almanyayê kirine.

Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya hevpar ya rojnameya Suddeutsche û Radyo Televîzyona Almanyaya Rojava (WDR) û Televîzyona Almanyaya Bakur (NDR) 8 dîplomatên ku li saziyên alman yên li Tirkiyeyê dixebitin bi hinceta ku têkiliyên wan bi FETOyê re hene pasaportên wan ên dîplomatîk hatine betalkirin. Herwiha 3 ji wan dîplomatan jî bo penaberiyê serî li Almanyayê dane.

TÊ ÎDIAKIRIN KU DI NAVA WAN 3 KESAN DE ATAŞEYÊ LEŞKERÎ SERKAN AYHAN DAGLI JÎ HEYE

Di nûçeyê de tê îdiakirin ku ataşeyê leşkerî Serkan Ayhan Dagli yê ku peywira wî ya li balyozxaneya Berlînê bi dawî bûye lê venegeriyaye Tirkiyeyê û navnîşana wî ya li Almanyayê jî nediyar e jî serlêdana penaberiyê kiriye.
Herwiha tê gotin ku Daireya Penaber û Koçberan ya Federal (BAMF) biryara xwe ya derbarê hersê serlêdanan de hêj nedaye û tê gotin ku ev yek dibe ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de bibe sedema qeyraneke nû.

Bi heman mijarî:

5 ataşeyên leşkerî ji FETOyê hatin girtin
175 kesên ku têkiliya wan bi FETOyê heye, serlêdana penaberiyê li Swêdê kirin
Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"
Li Edliyeya Stenbolê operasyona FETOyê
Iraqê jî biryara girtina dibistanên FETOyê da
Etîketan:
wdr, ndr, bamf, dîplomatên tirk, penaberî, feto, rev
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de