14:07 22 Hezîran 2018
Bahoz- bager- Matthew

Hejmara Miriyên Bahoza Matthewê gihîşt: 842 kesan

© AFP 2018/ HECTOR RETAMAL
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Bahoza Matthewê gihîşt peravên Amerîkayê jî û hejmara miriyên ku li herêmên bandor lê kir gihîşt 842 kesan.

Navenda Nûçeyan — Bahoza Matthewê ku leza wê di saetê de gihîşt 250 kîlometroyan piştî Kuba, Haîtî û Komara Domînîkê gihîşt peravên Amerîkayê.

Hate diyarkirin ku di bohoza li Kuba, Haîtî û Komara Domînîkê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 842 kesan. Di bahozê de tenê li Haîtiyê 500 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) daxuyand ku nîvê serjimara Haîtiyê ku ji 11 mîlyonan pêk tê ji bahozê bandor girtine.

Ji aliyê din ve Amerîka bahoz ku hêj negihiştibû sînorê wan li eyaleta Florida Başûrê Carolinê Bakurê Karolinê û Georgiayê rewşa awarte ragihandibû û nêzî 3 mîlyon kes jî ji bo herêmên biewle hatibun tehlîyekirin.

Bi heman mijarî:

Bahoz: Ji 300an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê bager: Herî kêm 98 mirî 800 birîndar
Lehî rabû: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Yûnanîstanê lehî rabû: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
awarte, rewş, mirî, hejmar, bahoz, Komara Domînîkê, Kuba, Amerîka, Haîtî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de