02:17 22 Sibat 2018
Zindî
    Manuel Valls

    Serokwezîrê Fransaye: Durûtiya li hemberî endamtiya Tirkiyeyê divê bi dawî bibe

    © Flickr/ Parti socialiste
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls da zanîn ku di derbarê firehbûna YEyê de divê sînorên diyar hebin û got "bêguman di hişê her kesî de meseleya Tirkiyeyê heye. Durûtiya di derbarê endamtiya Tirkiyeyê de divê li noqteyekê bisekine."

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Fransayê Valls li Parîsê li Enstituya Jacques Delors di konferansekê de axivî û diyar kir ku ew tevlî planên Almanyayê yên di derbarê geşedana welatên Ewropayê de nabin. Valls dest nîşan kir ku divê YEyê jî berpirsyariyên xwe bîne cih û got "ez di wê baweriyê de me ku divê em ji bo geşedanê polîtîkayeke rasteqîn bimeşînin û ev tene bi reqabetê nabe."

    Valls derbirî ku welatên Balkanê dikare di siberojê de tevlî YEyê bibin lê divê sînorekî diyar ê berfirehbûnê hebe. Serokwezîrê Fransayê anî ziman ku ew li dijî endamtiya Tirkiyeyê ye û got "bêguman di hişê her kesî de meseleya Tirkiyeyê heye. Durûtiya di derbarê endamtiya Tirkiyeyê de divê li noqteyekê bisekine."

     

    Bi heman mijarî:

    Konseya Ewropa: "Dibe Tirkiye rêya xwe ji ya YEyê veqetîne"
    Erdogan: "Heke Ewropa soza xwe bi cih neyîne em penaberan qebûl nakin"
    Serokê Çekyayê: "Bila Ewropa serbestiya vîzeyê nede Tirkiyeyê"
    Petry: "Erdogan, ji bo Almanya û Ewropa ne dostekî bi bawer e"
    Bozkir: Bila Ewropa helwesta xwe ji nû ve binirxîne
    Etîketan:
    durûtî, endamtî, Enstituya Jacques Delors, YE, Serokwezîrê Fransayê, Manuel Valls, Parîs, Tirkiye, Ewropa, Almanya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de