20:16 18 Hezîran 2018
Katalonya

Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'

© AFP 2018 / Josep Lago
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya rêvebiriya xweser a Katalonyayê ku ji bo serxwebûna xwe ragihîne hewldanan dike, biryar da ku di Îlona 2017an de referanduma serxwebûnê li dar bixe.

Navenda Nûçeyan — Li Katalonyayê bi pêşengiya tifaqa Ji bo Erê Yekîtî (Junts pel Si) û bi piştgiriya Partiya Namzedên Yekîtiya Gel (CUP) hewldanên ragihandina serxwebûnê dimeşînin û îro mijara serxwebûnê dîsa li Parlamentoya Katalonyayê anîn rojevê. Di parlamentoyê de bi yekdengiya CUP û Junts pel Siyê biryar hat dayîn ku di Îlona 2017an de ji bo serxwebûnê referandum were li dar xistin û li gorî encamên referandumê jî di Edara 2018an de hilbijartina giştî were kirin.

Ji aliyê din ve partiyên mûxalif ên Katalanyayê ji bo ku vê hewldana biryara referandumê protesto bikin tevlî dengdanê nebûn, tenê Partiya Podemos tevlî debgdanê bû û ew jî bêalî ma.

JI SPANYAYÊ HEMLEYA DIJBER

Her wiha Dadgeha Destura Bingehîn a Spanyayê, ji bo ku rîayetî biryarên dadgehê nake derheqê Serokê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadell de lêpirsîn da destpêkirin. Dadgehê bi tohmeta digel ku qanûnên Madrîdê destûr nadin ketina nava hewldanên serxwebûnî, bikaranîna wezîfeya xerab, rîayetnekirina biryarên dadgehê û ji bo bi niyeta xerab bikaranîna malê gelemperî doz li Cîgirê Serokê Katalonyayê Frances Homs jî vekir. Dadgeha Bilind ji bo ku delîlên berbiçav derheqê Homs de hebûn parêzbendiya wî rakir.

Bi heman mijarî:

Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
Serokê Katalonyayê: Referandûm ya dê çêbibe ya dê çêbibe
Ji bo serxwebûna Katalonyayê biryara dawîn a dadgehê derket
Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî serxwebûnê nîqaş dike
Etîketan:
Serokê Parlamentoya Katalonyayê, tifaqa Ji bo Erê Yekîtî (Junts pel Si), Partiya Namzedên Yekîtiya Gel (CUP), Biryara Parlamentoya Katalonya ya referanduma serxwebûnê, Frances Homs, Carme Forcadell, Katalonya, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de