06:51 19 Sibat 2018
Zindî
    Juan Manuel Santos

    Xelata Nobelê ya Aştiyê bû ya Serokê Kolombiyayê Santos

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ê ku peymana bidawîkirina şerê 52 salan bi rêxistina FARCê re qedand Xelata Nobelê ya Aştiyê stend.

    Navenda Nûçeyan — Şerê navbera Dewleta Kolombiyayê û rêxistina Farcê ku 52 salan dewam dikir bi beşdarbûna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon, Serokê Delweta Kûbayê Raul Cator û Wezirê Karên Derve yê Amerîkayê Joh Kerry, bi îmzekirina peymana aştiyê bi dawî bûbû.

    Komîteya Nobelê ya Norwêcê ragihand ku Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji ber xebata wî bo qedandina şerê salan ê bi gerîlayên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê(FARC) re dê xelata Nobelê ya Aştiyê bistîne.

    ​Herwiha Seroka Komîteya Nobelê Kaci Kullmannê diyar kir ku sedema dayîna vê xelatê bo Serokê Kolombiyayê ew xebata wî ye ku hewl da şerê li welatê xwe bi dawî bike.

    Xelata Nobelê ya Aştiyê sala 2015an çûbû ji Diyaloga Niştimanî ya Tûnisî ji ber pêkanîna demokrasiya plûrlastîk li Tûnisê.

    DAXUYANIYA PÊŞÎ JI SANTOS

    Piştî ku Santos Xelata Nobelê ya Aştiyê bi dest xist, di rêya sekreterê komîterê de daxuyaniyek da û diyar kir ku "ew spasdar û şaşmayî ye".

    Dûre jî ji hesabê xwe yê Twitterê nivîsî û wiha got: "Ez vê xelatê ji bo gelê Kolombiyayê yê mexdûrê şerî qebûl dikim".

    SEROKA KOMÎTEYÊ: EM LI SER NAMZETAN ŞIROVEYAN NAKIN

    Ji aliyê din ve, Seroka Komîteya nobelê Kaci Kullmannê hewl da bersiva pirsyara bê çima wan xelat li gel Santos nedaye Serokê Farcê Rodrigo Londono yê wek 'Timochenko' nede. Kulmannê got: "Em qet derbarê namzetên din û ihtimalên din de daxuyaniyan nadin."

    SEROKÊ FARCÊ, NE NOBELÊ LÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN

    Serokê Farcê Rodrigo Londono bersiva nîqaşên li ser wî dest pê kiriye da û got: "Ez tenê Aştiyê dixwazim, ne Nobelê".

    ​DÎRKOA KOMÎTEYA NOBELÊ YA YEKALÎ

    Di sala 1971ê, Serwezîrê Almanyaya Rojhilat Willy Brandt ji bo xebatên wî yên pêkanîna diyalogê bi Almanyaya Rojava re bûbû namzetê xelata Nobelê. Di sala 1998an, siyasetmedarê katolîk John Hume û siyasetmedarê Protestan David Trimble ên ku bûbûn aliyên wê rêkeftinê ya ku rê li ber aştiya Îrelndaya bakur vekir lê IRA ji xelatê bêpar mabû. Herwiha komîteyê di sala 2000î de xelat da serokê Koreya Başûr Kim Dae Jung ji bo kar û xebatên wî yên dixwest rêkeftina di navbera herdû koreyan de pêk bîne.

    Peres,Erefat û Rabin li pêşberî kamereyan bi xelata xwe ya Nobelê re.
    © REUTERS/ Jerry Lampen
    Peres,Erefat û Rabin li pêşberî kamereyan bi xelata xwe ya Nobelê re.

    Ji aliyê din ve, hinek dem hebûn ku komîteyê herdû aliyên rêkeftinên siyasî jî xelat dikirin.

    Yek ji van xelata Nobelê ya ku komîteyê di sala 1978an de da Serokkomarê Misirê yê wê demê Enwer Sadat û Serokwezîrê Îsraîlê Menehme Begin. Herwiha di sala 1994an de jî Serokê Filistînê Yasir Erefat, Serokwezîrê Îsaîlê Îshaq Rabîn û Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Şîmon Perez xelata Nobelê ya Aştiyê parve kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
    Xelata Tibê ya Nobelê bû mafê zanyarê Japonî Yoshinori Ohsumi
    Dario Fo yê ku lîstikên wî li Tirkiyê hatin qedexekirin: Weke cara duyem Nobelê distînim
    Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê Elîe Wîesel jiyana xwe ji dest da
    Akademesiyenên binçavkirî bûn namzetên Nobelê
    Etîketan:
    Xelata Nobelê ya Aştiyê, FARC, Casey Colman, Juan Manuel Santos, Norwêc, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de