16:58 22 Çile 2018
Zindî
    Matthew Kasırgası

    Hejmara miriyên bahoza li Karayîpan gihîşt 102an

    © REUTERS/ CARLOS GARCIA RAWLINS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hejmara kesên ku di bahoza Matthewê ya li herêma Karayîpan bû sedama ziyanên mazin û piştre jî ku berê zivirand peravên başûrê Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 102an.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên herêmê ji ajansa Reutersê re ragihandin ku bahoz bandor li welatê Haîtiyê kiriye û 98 kes di bohozê de jiyana xwe ji dest dane. Li Haîtiyê bi hezaran mal wêranbûne, nexweşxane, dêr jî xesar dîtine. Rayedar bifikarin ku li welêt hejmara miriyan zêdetir bibe.

    Hate eşkere kirin ku hin cih li paytext Port-au-Prince di bin avê de mane û ji ber golên avê û çopên li derdor ku nehatine paqijkirin niha jî metirsiya nexweşiyê çêbûye.

    Ji ber bahozê ku berê xwe zivirand peravên Amerîkayê li eyaletên Florida, Georgia, Güney Carolina, Georgia, Başûrê Carolina û Bakurê Carolinayê rewşa awarte hate ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Meksîkayê bahoz: 40 kesî jiyana xwe ji dest da
    Lehî rabû: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Yûnanîstanê lehî rabû: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Nîjeryayê lehî rabû: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    nexweşî, metirsî, awarte, rewş, hejmar, mirî, bahoz, Ajansa Reutersê, Amerîka, Haîtî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de