18:57 22 Çile 2018
Zindî
    Bernie Sanders - Hillary Clinton

    Sanders: "Serokatiya Trump ji bo Amerîkayê karesat e"

    © REUTERS/ Carlo Allegri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Reqîbê Hillar Clinton û Senatorê Demokrat Bernie Sanders ji bo namzedê komarparêz Donald Trump got: "Serokatiya Trump ji bo Amerîkayê karesata mezin e."

    Navenda Nûçeyan — Reqîbê Hillar Clinton û Senatorê Demokrat Bernie Sanders ji bo namzedê komarparêz Donald Trump got: "Heke Trump bibe serokê Amerîkayê karesat e û ji her hêlê ve wê welat wêran bibe."

    Senatorê Vermontê Bernie Sanders pirsên televîsyona Russiya Todayê (RT)yê bersivandin û got: "7 nebiyên min hene û ez naxwazim li welatekî ku rêvebirê wê Donald Trump bijîn. Trump mirovekî zingar girtî, serhişk û siyasetmedarekî hişkbawer e. Divê herkes dengê xwe bide namzeda demokrat Hillary Clinton."

    JI BO HILLARY LI EYALETAN DIGERE

    Bernie Sanders li Zanîngeha Drake ya eyaleta Lowayê ku di pêş hilbijartinê meha sibatê de bi ferqeke hindik li hemberî Clinton têk çûbû axivî û ji Hillary deng xwestin. Sanders got: "Êdî hûn dikarin ji bo xwe xemê bixwûn, heke Trump bibe serokê AmerÎkayê dê bibe karesata herî mezin." Bernie Sanders piştî axaftina xwe ya eyaleta Lowayê derbasî Wisconsinê bû û ji bo ku piştgiriyê bide kampanyaya Clintonê yek bi yek li eyaletan digere.

    Bi heman mijarî:

    Namzetê demokrat yê Amerîkayê Sanders: Ez ê ji bo Hîllary Clînton deng bidim
    Sanders: Ji bo têkbirina Trumpî ez ê bi Clintonê re bixebitim
    ‘Trump mîna şempanzeyan tevdigere'
    Trump rexne li Fedê girt: Aboriyeke çêkirî afirand
    Li gorî anketan Trump kete pêşiya Clintonê
    Trump dixwaze penaberan ji hêla îdeolojîk ve test bike
    Etîketan:
    Namzedên Serokatiya Amerîkayê, Donald Trump, Hillary Clinton, Bernie Sanders, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de