17:55 20 Çile 2018
Zindî
    Balafir

    Brisset: "Balafirên şer ên Rûsyayê çapemeniya dewletên rojavayî ditirsîne"

    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya Wezareta Parastin a Fransayê ya derheqê balefirên Rûsyayê de pisporê leşkerî yê frensî Brisset ragihand ku çapemenî tenê balafirên rûsî dibînin û yên NATOyê ji nedîtî ve tên.

    Navenda Nûçeyan — Piştî daxuyaniya Wezareta Parastin a Fransayê ya derheqê balefirên Rûsyayê de, pisporê leşkerî yê frensî Jean-Vincent Brisset di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku çapemenî dewletên rojavayî tenê balafirên rûsî dibînin û yên NATOyê ji nedîtî ve tên.

    Wezareta Parastin a Fransayê duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di 22ê Îlonê de 4 balafirên NATOyê mûdaxeleya 2 balafirên Rûsyayê ku ji Norvecê diçûn Spanyayê kiribûn. Paşî li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê derketin, gelek caran çalakiya balafirên rûs li Swêd, Finlandiya û welatên Baltikê dûbare dibin û dibe ev bibe sedema qezeyên cidî.

    ÇALAKIYÊN HERDU ALIYAN JÎ WEKÎ HEV IN

    Jean-Vincent Brisset di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Fransayê balafirên rûsî li derveyê qada hewayî ya Fransayê hatine tespîtkirin. Çapemeniya Fransayê pir cih dide nûçeyên balafirên rûsî ku li dewletên rojavayî têne dîtin, lê derheqê balafirên NATOyê ku li nêzî sînorê Rûsyayê digerin bêdeng e. Halbukî herkes dizane ku çalakiyên herdu aliyan jî wekî hev in."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ewropa û Tirkiya qadên xwe yên hewayî bigirin jî balafirên Rûsyayê dikarin bifirin
    DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
    Rûsya: Efyona Afganîstanê li Tirkiyeyê tê amadekirin û li Ewropayê tê firotin
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Moskow sînordarkirna çûn û hatina nûnerê herdemî yê Rûsya bo Parlamentoya Ewropayê re şirovekir
    Etîketan:
    Tirsa çapemeniya ewropayê ji balafirên Rûsyayê, NATO, pisporê leşkerî yê frensî, Wezareta Parastin a Fransayê, Jean-Vincent Brisset, Spanya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de