08:50 24 Çile 2018
Zindî
    Siyasetmedara frensî û seroka Eniya Neteweyî Marine Le Pen

    Le Pen: "Dema Amerîka xwe bi Esad re diewiqand, Rûsya şerê terorîstan dikir"

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Fransayê rastgira tund û Seroka Partiya Eniya Neteweyî Marine le Pen ragihand ku dema Amerîka xwe bi Esad re diewiqand Rûsyayê li Sûriyeyê şerê terorîstan dikir.

    Navenda Nûçeyan — Li Fransayê rastgira tund û Seroka Partiya Eniya Neteweyî Marine le Pen li Strasbourgê di axaftina xwe ya Parlamentoya Ewropayê de ragihand ku berpirsyarê pevçûnen Sûriyeyê Yekîtiya Ewropayê, dema Amerîka xwe bi Beşar Esad re diewiqand Rûsyayê li Sûriyeyê şerê terorîstan dikir.

    Marine le Pen di berdewamiya axaftina xwe ya parlamentoyê de rexne li Amerîka û Yekîtiya Ewropayê kir û got: "Li Sûriyeyê ji bo ku hûn hikumetê biqulibînin we her tişt kir û we welat ber bi şerekî xeternak ve bir. Digel ku Rûsya şerê DAIŞê dikir jî dîsa we ew tohmetbar kir. Hûn nikarin ji vê berpisyariya ku we cihan ber bi aloziyê ve bir birevin."

    Le Pen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yekîtiya Ewropa di mejara penaberan de jî bêberpirsyarî tevgeriya, penaberên ku hatin Ewropayê ji sedî 30ê wan sûriyeyî ne. Ji ber polîtîkayên we yên bêpirsyar her roj penaber bi sedemên ekonomîkî û ewlehî derbasî Ewropayê dibin."

    Bi heman mijarî:

    Li Fransayê Le Pen a rastgir a rapir bû endama serokomariyê
    Le Pen: Serkeftina Clintonê, dawiya dinyayê ye
    Rûsyayê Le Pen dawetê Qirimê kir
    Marin Le Pen wê grûpek parlementeran di Parlementoya Ewropayê de sazbike
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Parlamentoya Yekîtiya Ewropa, Seroka Partiya Eniya Neteweyî ya Fransayê, Marine Le Pen, Fransa, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de