14:38 26 Gulan 2018
Michal Kovac

Serokomarê ewilîn yê Slovakyayê jiyana xwe ji dest da

© REUTERS/ File Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê ewilîn yê Slovakyayê Michal Kovac, li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda nûçeyan — Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TASR) Kovacê 86 salî duh danê êvarî li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.  Kovac ji ber nexweşiya parkînsonê û gelek nexweşiyên din dihate dermankirin û çend rojên dawî rewşa wî giran bûbû.

Hêjayi gotinê ye ku Kovac di dema Çekoslovakyayê de Wezirtiya Fînansê û Serokatiya Parlementoyê kir. Herwiha piştî belavkirina Çekoslovakyayê ya di sala 1993an de wekî serokomarê ewilîn yê Slovakyayê hate hilbijartin.

Bi heman mijarî:

Slovakya: ‘Em li welatê xwe civakek misilman naxwezin'
Slovakya li hemberî biryara kotaya ewropayê doz vekir
Etîketan:
dermankirin, tasr, serokomar, michal kovac, slovakya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de