09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Li 4 parêzgehên DYAyê rewşa awarte hat ragihandin

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Sedem bahoza Matthewê li parêzgehên Florîda, Georgia, Carolina Başûr û Carolina Bakur rewşa awarte hate ragihandin.

    Navenda nûçeyan — Ji ber bahoza Matthew ya ku li herêma ku radibe têsîreke mezin çêdike heta niha li Kuba, Komara Domînîk û Haîtiyê 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
    Navenda Bahozê ya Neteweyî, şîdeta bahozê ji asta 4an daxist asta 3an. Saziya Meteorolojiyê ya Neteweyî daxuyand ku bahoz di saetê de bi leza 115 kîlometre pêşve diçe û dê li DYAyê bibe sedema barîneke xurt.

    Bahoz li herêmên peravê bû sedema metirsiyeke mezin û lewma jî gelek bergirî hatin standin.
    Ji ber vê yekê li parêzgehên Florîda, Georgia, Carolina Başûr û Carolina Bakur rewşa awarte hate ragihandin.

    HIŞYARIYA DAHIŞTINA AV, XWARIN Û DERMANAN HATE KIRIN

    Waliyê Parêzgeha Floridayê Rick Scott bang li kesên nêzî peravê dijîn kir û ji wan xwest ku ew ji xwe re av, xwarin û dermanan stok bikin.
    Dibistanên li Miami-Dade Countyê roja pêrşem û îniyê wê girtî bin.

    Walî Scoot amaje kir ku wan hemû bergiriyên xwe standine û 6 hezar leşker jî bo rewşeke awarte amade ne.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê bahoz: 93 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Rûsyayê bahoz: 12 kes mirin
    Li Bangladeşê bahoz: Nîv milyon mirov neçar man ku cî biguherînin
    Li Amerîkayê ba û bahoz: 29 mirî
    Etîketan:
    rewşa awarte, bergirî, matthew, bahoz, rick scoot, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de