11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Afganistan- Kabil

    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin

    © REUTERS/ Omar Sobhani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2210

    Rayedarê Wezareta Parastina Afxanîstanê Fermandar Dovlat Vezîrî pirsên ajansa Sputnikê bersivand û ragihand ku hewldana Talîbanê ya bajarê Kûndûzê bidest bixe têk çûye û gelek endamên Talîbanê jî hatine kuştin, kesên din jî neçar man û ji paşve vekişiyane.

    Navenda Nûçeyan — Rayedarê afxanî Vezîrî diyar kir ku du rojên dawî de Talîban tu noqteyên kontrolê ya li bajarê Kûndûzê bidest nexistine û endamên rêxistinê ji bajêr vekişiyane, em vê yekê birihetî dikarin bibêjin. Belê raste endamên Telîban li bajêr bûn û xwe li malên sivîlan bicih kiribûn vê yekê di nav gel de metirsiyek çêkir. Artêş û Wezareta Karên navxweyî ji bo sivîl zerar nebînin û telîbaniyan ji malan derXin çi ket ser milên wan bicih anîtin. Ji bo vê yekê biryar heta standin ku bajêr ji hewan ve neyê bombebarankirin û teqemenî neyên bikaranîn.

    ‘OPERASYON DEWAM DIKIN'

    Rayedarê afxanî operasyona rizgar kirina bajarê KûndûzÊ ya ji TAlîbanê wiha ragihand:

    "Yekîneyên Taybet û Hêzên Çekdar yê Afaxanîstanê bi piştgiriya polêsan operasyonên diyar kirina cihên endamên rêxistinê pêk anîtin. Gelek endam hatin kuştin, hûn cenazeyên wan dikarin li kolanên xirabe de bibînin, kesên ku sax man, ew jî reviyan."

    Komên çekdar li rojava, başûrê rojhilat û başûrê Kûndûzê hêj jî zexmin. Divê nevberî de operasyonên li hemberî terorîstan jî dewam dike. Herêmek biewle di navbera bajarên Gelman, Ûrûzganê û Kûndûzê hate avakirin. Hêzên li vir jî ji şer re amadene, eger pêwîstî hebê dê ji hewan ve jî alîkarî bê dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Du generalên ku li Afganîstanê wezîfedar bûn li Dubaiyê hatin girtin
    Li Afganîstanê êrîşa xwekujiyê: 2 teqîn 27 kuştî 40 birîndar!
    Obama, destûr da leşkerên Amerîkayê ku li Afganîstanê operasyonê bikin
    Afganîstanê bangî Pakîstanê kir:'Ferqa terorîstê baş û xirab tuneye'
    Talîbanê li Afganîstanê helîkoptereke Amerîkayê xist
    Etîketan:
    ewle, mal, herêm, telîban, sivîl, operasyon, êriş, Sputnik, Dovlat Vezîrî, Kûndûz, Afxanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de