02:08 18 Tebax 2017
Zindî
    Barak Obama

    Washîngton Post: "Amerîka, planên êrişa hikumeta Sûriyeyê dike"

    © REUTERS/ Jonathan Erns
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Rêvebiriya Amerîkayê ku di mijara Sûriyeyê de têkiliyên dualî ji Rûsyayê birîn, niha jî planên êrişên leşkerî li hemberî hikumeta Sûriyeyê dike.

    Navenda Nûçeyan — Rêvebiriya Amerîkayê ku di mijara Sûriyeyê de têkiliyên dualî ji Rûsyayê birîn, niha jî planên êrişên leşkerî yên hikumeta Sûriyeyê dike. Li gorî çapemeniya Amerîkayê, piştgiriya planên leşkerî ya rêvebiriya Washîngtonê di serdemên dawî de zêde dibe.

    Li gorî gotara Josh Roginê rojnameya Washîngton Postê, berpirsên ewlehî yên neteweya Amerîkayê îro civînekê li dar dixin û di civînê de li Sûriyeyê bikaranîna bijartekên leşkerî jî dê bînin rojevê. Van hefteyên dawî berpirsên paye bilind ên Amerîkayê bi taybetî ji bo Helebê civînên bijartekên leşkerî dikin û li hemberî hikumeta Beşar Esad operasyona leşkerî ya bi sînor jî nirxandine.

    Hat ragihandin ku hefteya borî li Qesra Spî bi tevlîbûna berpirsên paye bilind ên Wezareta Derve, CIA û Sererkaniya Giştî ya Amerîkayê civînek hat lidarxistin û di civînê bijartekên kêmkirina hêza leşkerî ya hikumeta Sûriyeyê û zêdekirina guvaşa li ser hikumeta Beşar Esad jî hatiye axaftin. Li gorî zanyariyan ev planên ku ji terefê rayedarên amerîkî ve hatine amadekirin wê di civîna Konseya Ewlehî ya Neteweyî ya vê hefteyê ku Obama jî tevlî dibe dê were nirxandin. Li gorî pisporan, îhtîmala ku Serokê Amerîkayê Barak Obama planan erê bike kêm e.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, belavoka êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bloke kir
    Amerîka xwest ku em li hemberî bereya berxwedanê tevbigerin me qebul nekir
    Senatorê rûsî: "Amerîka naxwaze li Rojhilata Navîn rêxistinên terorî werin îmhakirin"
    Matviyenko: "Polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe"
    Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
    Etîketan:
    Operasyonma mûdaxeleya hikumeta Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî ya Amerîkayê, CIA, Serokê Dewleta Amerîkayê, Beşar Esad, Barak Obama, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de