11:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Baregeha Încirlikê

    Parlamenterên Almanyayê hatin baregeha Încîrlikê

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serdana parlamenterên Almanyayê ya ji bo baregeha Încîrlikê ya ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de veguherîbû qeyranê, îro pêk hat. Parlamenterên ku bi balafireke leşkerî ya Almanayê hatin baregehê, bi leşkerên Alman re hevdîtin pêk anîn.

    Konsolxaneya Almanya ya li Stenbolê
    © Foto: Alman Başkonsolosluğu / Özer Kürklü
    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku 7 endamên Komîsyona Parastinê ya Parlamena Federal a Almanyayê, piştî ku Parlamena Almanyayê pêşnûmeya ku bûyerên 1915a wekî qirkirinê dinase, qebûl kir û bû sedema rageşiyê, bi balafireke leşkerî hatin baregeha Încîrlikê ya ku 250 leşkerên Alman lê dimîne. Serdana parlamenteran a ji bo leşkeran ji çapemeniyê re girtî pêk hat û parlamenter bi leşkeran re şertên xebatê û mijara têkoşîn li hemberî DAIŞê axivîn.

    Di nava şanda parlamenterên Almanyayê de ji Partiya Yekîtî ya Xirîstanan Prof. Karl A. Lamers, İngo Gaedechens, Florian Hahn, ji Partiya Sosyal a Demokrat Rainer Arnold, Dr. Karl Heinz Brunner, ji Partiya Çep Dr. Alexander S. Neu û ji Partiya Keskan jî Agnieszka Brugger cih girt û hat diyar kirin ku di dema serdanê de balafirên şer ên Alman bi firê ketin û daketin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîra alman serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
    Nûnergehên alman ên li Tirkiyê dest bi karên xwe yên asayî kirin
    Dpa: "Tirkiye, ji bo Încîrlîkê destûr parlamenterên alman"
    Parlementerê alman ji deriyê Încîrlîkê hat vegerandin
    Tirkiye destûr neda çûna şêwirmend vê carê wezîra alman diçe Încîrlîkê
    Etîketan:
    serdan, hatin, Partiya Keskan, Partiya Çep, Partiya Yekîtî ya Xirîstiyan, Parlamena Federal a Almanyayê, DAIŞ, Agnieszka Brugger, Alexander S. Neu, Karl Heinz Brunner, İngo Gaedechens, Karl A. Lamers, baregeha Încîrlikê, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de