15:04 21 Tebax 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: "NATO, li Iraqê wê tevlî operasyonên dijî DAIŞê nebe"

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe de ragihand ku NATO li Iraqê tevlî operasyonên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê nabe, lê perwerdekirina hêzên herêmî dê bidomîne.

    Navenda Nûçeyan — Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe de ragihand ku NATO li Iraqê tevlî operasyonên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê nabe, lê perwerdekirina hêzên herêmî dê bidomîne.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Brûkselê di konferansa Afganîstanê de ji rojnamevanan re got: "NATO, wê nebe perçeyek ji şerê operasyonê. NATO, li Iraqê hêzên herêmî perwerde dike û dê vê zêdetir bike. Ji ber ku li şûna NATO tevlî operasyonên şer ên dûr û dirêj bibe, hêzên iraqî bi xwe şerê rêxistina terorîst a DAIŞê bikin çêtir e."

    Niha Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, milîsên herêmî û eşaîrî bi piştgiriya Amerîka û koalîsyona navneteweyî ya dijberê rêxistina terorîst a DAIŞê amadehiya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: NATO amade ye ku îstiqararê bibe welatên ne endam jî
    Stoltenberg: Bêyî delîlên berbiçav nabe ku ez li ser êrîşa konvoyê şîroveyan bikim
    Piştî Konseya Rûsya-NATOyê Stoltenberg daxuyaniya çapamenî dide
    Stoltenberg: Rûsya ne hevkarê me yê stratejîk e
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg: Dema Şerê Sar derbas bû
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, Brûksel, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de