14:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Salvegara qetlîama ezdiyan

    Hikumeta Kanadayê heyetekê ji bo ezdiyan dişîne Iraqê

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 136 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezîrê Welatîbûn û Koçberiyê McCallum, dê heyeteke kifşkirinê ya girêdayî wezareta Kanadayê ji bo pirsgirêka ezdiyan here Iraqê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên berdest, rêvebiriya Kanadayê ji bo rewşa êzdiyan tespît bike heyetê dişîne Iraqê. Wezîrê Welatîbûn û Koçberiyê John McCallum di parlamanetoyê de ragihand ku wan biryareke daye êzdiyan ji komkujiyê xilas bikin.

    McCallum di axaftina xwe de got: "Ev pirsgirêk cidî ye û em dixwazin derbarê wan de hemû zehmetiyan hîn bibin. Komeke kifşkirinê ya girêdayî wezareta me dê here Iraqê ku pirsgirêkan li cihê xwe bibîne û ew ê rastiyan tespît bike."

    Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Wezîr McCallum de derbarê heyet, wê herin ku, bi kî re hevdîtinan bikin û mijarên wek van de agahî nehat dayîn. Lê hat gotin ku heyet wê di nav hefteyek an jî du hefteyan de here Iraqê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Etîketan:
    Ji bo ezdiyan serdana Iraqê, Wezîrê Welatîbûn û Koçberî yê Kanadayê, John McCallum, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de