02:22 18 Tebax 2017
Zindî
    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden

    Snowden: Yahooyê bikar neynin

    © REUTERS/ Mark Blinch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Rayedarê berê yê Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) Edward Snowden, bang li bikarhênerên Yahooyê kir û got dev ji bikar anîna wê berdin.

    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden
    © REUTERS/ Mark Blinch
    Navenda nûçeyan —  Snowden rojên borî raportek belav kir ku tê de dihate gotin Yahoo bo sîxuriya Amerîkayê agahiyên bikarhênerên xwe bi awayekî nepen kontrola dike.
    Piştî raportê Snowden li ser malpera xwe ya Twitterê de jî daxuyaniyek kir û bikarhênerên Yahooyê hişyar kir. Snowden got:'Ma tu Yahooyê bikar tîne? Yahoo bi awayekî  nepenî û derqanûnî hemû nivîsên te kontrol kir. Hesabê xwe îro bigrin.'

    ​Nûçegihanê Reutersê Joseps Menn demek berê nûçeyek çêkiribû û gotibû li ser daxwaza Amerîkayê, Yahoo agahiyên bi milyonan bikarhênerê xwe kontrol kiriye. Çavkaniyên ji Yahooyê ji Menn re diyar kiribûn ku daxwaz ji aliyê FBI û NSAyê ve hatiye kirin lê ew hay ji sedema daxwazê tune ne.

    Bi heman mijarî:

    Snowden: Google Alloyê bikar neynin
    Dîrektorê CIAyê yê berê dev ji xeyala sûîqesta Snowden bernedaye
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Koçka Spî red kir ku Snowden efû bike
    Snowden zanyariyên derbarê sîxuriya Amerîka li ser `Tomargeha kasperskî` belavkir
    Etîketan:
    agahiyên şexsî, nepenî, yahoo, derqanûnî, sîxurî, Edward Snowden
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de