17:05 24 Sibat 2018
Zindî
    Mark Toner

    DYA: Rewşa li gel Rûsyayê rewşeke bihurbar e

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) derbarê rawestandina hevdîtinên Sûriyeyê yên li gel Rûsyayê daxuyanî da û got ev rewşeke bihurbar e û me deriyê hevdîtinan bi temamî negirtiye.

    Navenda nûçeyan - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Mark Toner destnîşan kir ku rewşa wan ya li gel Rûsyayê rewşeke bihurbar e û wan derî bi temamî li hevdîtinan negirtiye.

    'EM ÎXTÎMALÊN YEK ALÎ DINIRXÎNIN'

    Toner diyar kir ku ew bo çareseriya şerê Sûriyeyê îxtîmalên yek alî an jî pir alî dinirxînin û got: 'Bo rewşên mîna şerê Sûriyeyê em her dem îxtîmala yek alî difikirin. Herwiha em şertên xebatê yên li gel endamên Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya Navneteweyî (KPSN) jî difikirin.'

    Toner amaje kir ku saziyên amerîkî derbarê mijarên dîplomatîk, îstîxbarata leşkerî û îxtîmalên aborî de nirxandinan dikin û bo gavên nû yên derbarê şerê Sûriyeyê binirxîne di demeke nêz de li gel endamên Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya Navneteweyî wê were ba hev.

    Bi heman mijarî:

    Assange: Divê heta 8ê Mijdarê hemû belgeyên derbarê hilbijartinên DYAyê de derkevin holê
    De Mîstûra: Ez li ber biryara DYAyê ketim
    Lavrov: Peymana Sûriyê ji ber helwesta DYAyê ya nediyar hate sekinandin
    Fermandarê ASAyê: DYAyê fuzeyên Gradê dane me
    ‘DAIŞ ji ber felsefeya desthilatdariya DYAyê derket holê'
    Etîketan:
    şerê sûriyeyê, daiş, çareserî, rûsya, şer, hevdîtin, mark toner, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de