15:50 24 Hezîran 2018
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry

Kerry: Me dev ji gelê Sûriyeyê berneda

© REUTERS / Yuri Gripas
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry di civîna bi sernavê ‘Siberoja Têkiliyên Transatlantikê' ya ku ji aliyê German Marshal Fund ve li Brukselê hat lidarxistin de aixvî.

Navenda Nûçeyan — Kerry ji bo Amerîka ya ku di çareseriya qeyran a Sûriyeyê de têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê da sekinandin diyar kir ku wan ‘terka gelê Sûriyeyê nekirine.' Kerry wiha axivî: "Me dev ji gelê Sûriyeyê bernedaye, me gera ji bo aşitiyê û qada piralî neterikandiye û em ê hewldanên xwe yên ji bo dawîanîna li şer berdewam bikin."

Kerry Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bi ‘lêgerîna serkeftin a leşkerî û redkirina dîplomasiyê' sûcdar kir û di derbarê Rûsyayê de jî got "Esad li dijî gelê xwe xaza klorînê û bombeya varîlê bikar anî û Rûsya vê yekê paşguh dike."

Her wiha Kerry îdia kir ku NATO hevkariyeke parastinê ye û bang li gelê Rûsî kir û got "dilrehet bin." Kerry dest nişan kir hevkariya NATOyê di warê pirsgirêkên hevpar de dixwaze bi Moskovayê re hevkariyê bike.

Bi heman mijarî:

Lavrov û Kerry derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin
"Kerry ji dijberiya Sûriyeyê re: Divê Esad beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe"
Çavuşoglu û Kerry li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
Kerry: ‘Hevdîtinên bi Rûsyayê re hindik maye bê rawestandin'
Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
Etîketan:
dev jê berdan, gel, Serokdewletê Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, NATO, Beşar Esad, John Kerry, Moskova, Bruksel, Sûriye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de