00:24 19 Hezîran 2018
Penaber koçber

Keştiya penaberan li Libyayê binav bû: Herî kêm 30 mirî

© REUTERS / SOS Mediterranee
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Keştiya penaberan ku ji bajarên cûda yên Libyayê dixwestin herin dewletên Ewropayê binav bû, li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan — Keştiya penaberan ku ji bajarên cûda yên Libyayê dixwestin herin dewletên Ewropayê binav bû, li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê 19 penaberan di keştiyê de hat dîtin û yê 16 kesan jî ji avê hat deranîn.

Serokê Beşa Tekoşîna Koçberiya Derqanûnî yê bajarê Sabratayê Basim El Garabli ragihand ku 2 keştiyên penaberan ku bi rêyên derqanûnî ji peravên bajarê Sabratayê ber bi dewletên Ewropayê ve diçûn li Deryaya Spî binav bû. Di encamê de cesedê 19 penaberan di keştiyê de hat dîtin û yên 16 kesan jî ji avê hat deranîn.

Li gorî daxuyaniya Basim El Garabli, di keştiya binabûyî de 2 malbatên libyayî, yek misrî û yek jî sûriyeyî bûn û li herêmê xebatên lêgerîn ûrizgarkirinê didomin.

Ji aliyê din ve Berdevkê Hêza Deryayî ya Libyayê Eyup Qasim jî di daxuyaniya xwe de got: "L rojhilatê bajarê Trablusê li herêma Tacura û El Garabulliyê keştiyeke koçberan di Deryaya Spî de binav bû, 11 penaberan jiyana xwe ji dest da û 289 penaber jî bi saxîtî hatin rizgarkirin.

Bi heman mijarî:

Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
Fransayê îsal 1346 penaber ji Calaisê dersînor kirin
Etîketan:
Berdevkê Hêza Deryayî ya Libyayê, Serokê Beşa Tekoşîna Koçberiya Derqanûnî yê bajarê Sabratayê, Basim El Garabli, Eyup Qasim, Deryaya spî, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de