22:11 20 Hezîran 2018
Serokê Biraderê Misilman Muhammed Bedii

Misir: Yek ji serokên Biraderên Misilmanan Muhammed Kemal hate kuştin

© AFP 2018 / MOHAMED EL-SHAHED
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hate îdiakirin ku yek ji serokên Biraderên Misilman Muhammed Kemal hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya beşa tirkî ya BBC yê, Wezareta Karê Hundir a Misrê aşkere kiriye ku serokê baskê çekdarî yê rêxistina Biraderên Misilman Kemal di şer de hatiye kuştin.

Biraderên Misilman jî gotibû Kemal wenda bûye ku derbarê wî de du caran cezayê girtinê yê muebbetê dabûnê.

JI BO SEDAN KESÎ CEZAYÊ DARVEKIRINÊ HATE DAYIN

Li Misrê di hilbijartina 2012an de Muhammed Mursi bi hilbijartinê bibû serokomar û di sala 2013an de bi derbeyeke leşkerî hatibû rûxandin. Piştî ku Mursi hatibû rûxandin heta niha li hemberî Biraderên Misilmanan operasyon hatibûn lidar xistin û di encama lêpirsînan de gelek doz hatibûn vekirin. Di çarçoveya van dozan de bi sedan kesî cezayê darvekirinê girtibû.

Biraderên Misilman dijyaseyî hatibû qebûlkirin û bi deh hezaran endamên tevgera Islamîst avêtibûn girtîgehê.

Bi heman mijarî:

Misrê, ji bo heciyan sînorê Xezzeyê vekir
Rûsya mûeyîdeyên li ser Misrê radike
Di balafira Misrê ya ketî de şopa teqemeniyê hat dîtin
Televîzyona Misrê qedexe danî ser pêşkêvanên 'qelew'
Dibe ku ewlekariya balafirxaneyên Misrê sîstemên rûsî dabîn bikin
Serokwezîrê Misrê: "Em dikarin îltîcaya Gulen binirxînin"
Etîketan:
cezayê darvekirinê, BBC beşê tirkî, Wezareta Karê Hundir a Misrê, Biraderên Misilman, Muhammed Mursi, Muhammed Kemal, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de