10:47 22 Hezîran 2018
Julian Assange

Assange: Divê heta 8ê Mijdarê hemû belgeyên derbarê hilbijartinên DYAyê de derkevin holê

© REUTERS / Axel Schmidt
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Damezirînerê WîkîLeaksê Assange daxuyand ku ew plan dikin ku heta 8ê Mijdarê roja hilbijartina serokatî ya Amerîkayê hemû belgeyên di derbarê hilbijartinê de biweşînin.

Damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange ji bo 10emîn salvegera damezirandina WikiLeaksê li Berlîna paytext a Almanyayê bi riya video konferansê civîna çapemeniyê lidar xist..

Assange ê ku tîşortekî ku li ser ‘Truth' (Heqîqet) nivisîbû li xwe kiribû, bibîr xist ku WikiLeaksê di nava 10 salan de 10 milyon belge weşandine û got "ger ku hewce bike ku ez dev ji kar berdim jî em ê weşandina belgeyan bidomînin."

Assange wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku em ê di nava 10 hefteyên pêş me de belgeyên nû biweşînin. Bernameyek me heye û ev bernameyeke gelekî dijwar e. Divê berê 8ê Mijdarê hemû belgeyên di derbarê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de derkevin holê."

Ji aliyê din ve Assange diyar kir ku ew ê li gel hilbijartinan di derbarê şer, çek, bazirganiya neftê û Googleê de jî belgeyan biweşînin.

Dihat payîn ku Assange di derbarê namzeta serokatiyê ya Partiya Demokrat a Amerîkayê Hillary Clinton de belgnameyên nû ragihîne.

Etîketan:
Julian Assange
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de