06:01 19 Mijdar 2017
Zindî
    Hillary Clinton û Donald Trump

    Clinton bi 5 puana kete pêşiya Trump

    © AFP 2017/ Jewel SAMAD
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Li Amerîkayê hefteya borî di navbera Clinton û Trump de di televîzyonê de nîqaşên serokatiyê hatin kirin. Li gorî anketên piştî nîqaşê Clinton bi 5 puana kete pêşiya Trump.

    Navenda Nûçeyan — Li Amerîkayê hefteya borî di navbera Clinton û Trump de di televîzyonê de nîqaşên serokatiyê hatin kirin. Li gorî anketên piştî nîqaşê namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton bi 5 puana kete pêşiya namzede Partiya Komarparêz ku di heman demê de karsaz e Donald Trump.

    Anketa ku bi hevlariya kanala CNN û şirketa anket a ORCê hat kirin, Hillary Clintona demokrat ji sedî 47 û Trumpê komarparêz ji sedî 42 deng wergirtin. Di heman anketê de namzedê Partiya Azadixwaz (Liberteryan) Gary Johnson ji sedî 7 û namzedê Partiya Keskan Jill Stein jî ji sedî 2 deng wergirtin.

    Li gorî şirovekarên siyasî zêdebûna dengên Hillary Clinton bi bernameya nîqaşê ya ku hefteya borî bi Donald Trump re kir û di bernameyê de li gorî Trump pir serkeftîbû, lewma di anketan de rêjeya wê bilind bû.

    Ji aliyê din ve li gorî hin pisporên siyasî yên din di hefteya dawî de serkeftîna namzeda demokrat Clinton li hemberî namzedê komarparêz Trump ku bi 5 puana kete pêş ji ber ku Trump di dana bacê de sextekarî kiriye û baca xwe nedaye jî bandor li anketan kiriye.

    Herî dawî di anketa meha borî ku dîsa heman şirketên anket pêk anîbûn Trump bi 2 puana ketibû pêşiya Clintonê.

    Bi heman mijarî:

    Trump û Clinton li ekranê cara ewile ku nîqaş kirin
    Trump piştgirî da Netenyahu: Ez ê Qudsê wek paytexta Îsraîlê binasim
    ‘Trump mîna şempanzeyan tevdigere'
    Trump rexne li Fedê girt: Aboriyeke çêkirî afirand
    Li gorî anketan Trump kete pêşiya Clintonê
    Etîketan:
    Namzedên Serokatiya Amerîkayê, partiya demokrat a Amerîkayê, Partiya Komarparêz a Amerîkayê, Hillary Clinton, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de